Civîna Ewlekariyê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Erdogan de li Avahiya Navendê ya Serokwezaretê kom bûn. Civîna der barê rewşa Rojavayê Kurdistan, Sûriye û têkoşîna li hemberî PKK’ê de bi dawî bû.
Civîna Ewlekariyê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de kom bû. Serfermandarê Giştî yê Tirk Orgeneral Necdet Ozael, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Musteşarê Serokwezîrtiyê Efkan Ala beşdarî civînê bûn civînê bûn.
Di daxuyaniya piştî civînê hat dayîn de hat diyarkirin ku bûyer û geşedanên li Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin û xebatên PKK’ê yên li welat û welatên cîran hatine gotûbêjkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna li dijî PKK’ê careke din ber çavan re hatiye derbaskirin.