Civîna awarte ya Meclîsê ji ber hêjmara kêm pêk nehat

Civîna awarte ya Meclîsê ji ber hêjmara kêm pêk nehat

Meclîsa Tirkiyeyê ya ku bi daxwaza civîna awarte ya CHP’ê kom bû, ji ber sedema hêjmara kêm dîsan hate girtin.

Lijneya Giştî ya Meclîsa Giştî li ser banga civîna awarte ya CHP’ê kom bû. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, koma CHP’ê û parlementerê BDP’ê tevlî bûn. Cîgirê Serokê Meclîsê Sadik Yakût ku civîn birêve dibir da diyarkirin ku, bi îmzeya 120 parlementerên koma CHP’ê û li gorî 90’mîn madeya Makezagonê civîna awarte didin destpêkirin.

Yakût piştî vekirinê hêjmartina elektronîk xwest. Ligel îtîrazên CHP'yiyan jî Yakût hêjmartin da destpêkirin. Li ser vê yekê Cigirê Serokê Koma CHP'ê Mûharrem Înce, wiha got: "Li her derê Tirkiyeyê nûçeyên pêvçûnê tê. Parlementerek êsîr hatiye girtin. Hûn çewa dikarin di vê rewşê de hêjmartinê Bikin. Di dehan rûniştinên Meclîsê de jimartin nehatiye kirin."

Înçe ya parlementerên AKP'yî yên piştî binçavkirina Aygun li ser twîtter’ê nivîs nivisandine rexne kir û wiha got: "Serokwezîr hûn pir li van geriyan? Parlementer hatiye revandin dê êdî ev meclîs kengî bicive. Hûn li Osloyê hevdîtinê bikin ji meclîsê birevin. Xwelî li serê we be." Înce destnîşan kir ku, 8 parlementer girtîne, parlementerek jî ji hêla HPG'ê ve hatiye binçavkirin. Înçe da zanîn ku, 9 wekîl tune ne hûn çawa jimartinê dikin."

Cigirê Serokê Meclîsê Sadik Yakût, behsa 90’mîn madeya ya makezagonê kir û destnîşan kir ku, divê di encama bijartinê hêjmara tam ya endamê têr bike û ji ber vê yekê jî ew negihiştine hejmarê tam dê heta 1'ê cotmehê meclîs girtî be.