Çikmaz ê li Hezexê hat qetilkirin li Cizîrê hate defnkirin
Cenazeyê Vahap Çikmaz ê ku li Hezexê di dema qedexeya derketina kolanan de hate qetilkirin, li Cizîrê bi girseyî hat defnkirin.
Cenazeyê Vahap Çikmaz ê ku li Hezexê di dema qedexeya derketina kolanan de hate qetilkirin, li Cizîrê bi girseyî hat defnkirin.
Cenazeyê Vahap Çikmaz ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan de hate qetilkirin ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat wergirtin û li Cizirê hat defnkirin. Cenazeyê Çikmaz piştî demek dirêj hat teşxîskirin û ji aliyê malbat û sedan kesan ve hat oxirkirin. Cenazeyê Çikmaz piştî merasimê bi lorikên dayikan hat defnkirin.