Chûrkîn: MÎT û DAIŞ'ê şebekeyeke hevpar ava kirine

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaly Chûrkîn da xuyakirin, MÎT û çeteyên DAIŞ'ê, ji bo çeteyên ji her devera cîhanê tevlî DAIŞ a li Sûriyeyê bikin, şebekeyeke hevpar li Tirkiyeyê ava kirine.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaly Chûrkîn da xuyakirin, MÎT û çeteyên DAIŞ'ê, ji bo çeteyên ji her devera cîhanê tevlî DAIŞ a li Sûriyeyê bikin, şebekeyeke hevpar li Tirkiyeyê ava kirine.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîtaly Chûrkîn di nameya xwe ya fermî yıa ji Meclîsa ewlekariyê ya NY re şandî û ji aliyê Ajansa Tass a Rûs ve hat weşandin de diyar kir, ev şebeke li Antalyayê ye û çeteyên ji gelemperiya cîhanê tên ji vê derê dişînin Sûriyeyê.

Nameya Chûrkîn di malpera fermî ya NY de jî hat weşandin. Chûrkîn da zanîn, ku rêxistinbûyîna çeteyan bi erêkirin û destûra rayedarên fermî tê kirin û da xuyakirin, ku rêxistinbûyîna li girtîgehan jî bi hevkariya MÎT'ê tê kirin.

Chûrkîn her wiha ragihand, MÎT'ê di heman demê de ji meha Kanûnê û vir ve veguhastina DAIŞ'ê ji Sûriyeyê ber bi Yemenê bi rêya hewayî ya leşkerî organîze dike. Chûrkîn destnîşan kir, rejîma Erdogan di heman demê de çeteyên li Sûriyeyê birîndar dibin li herêmên ewle yên li nêzî sînor tedawî dike.

Di nameyê de herî dawî hat gotin, çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatine perwerdekirin û destekkirin, dibe ku di dema pêş de derbasî Rûsyayê bibin.