CHP ji bo KPSS giliyê sûcê kir

CHP ji bo KPSS giliyê sûcê kir

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Giştî yê Baskên Ciwanan ya CHP'ê Emre Dogan, li ser îdîayên KPSS'ê ya vê hefte pêk hat de derbarê Serokê OSYM'ê Alî Demîr giliyê sûcê kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Giştî yê Baskên Ciwanan ya CHP'ê Emre Dogan hatin Edliyeya Enqereyê û li ser îdîaya di KPSS'ê ya vê hefteyê de pêk hat kopya hatiye kişandin û pirsên ezmûnê dane hin kesan, de derbarê Serokê OSYM'ê Alî Demîr giliyê sûcê kir. Beriyê gilîkirinê Serokê Giştî yê Baskên Ciwanan ya CHP'ê Emre Dogan daxuyaniyek da û diyar kir ku, hîn nelirêtiyên di ezmûnên KPSS ya 2010'an nehatiye zelalkirin û wiha got:

"Ji ber çiye nayê zanîn, lê heta niha derbarî skandalên li KPSS hatine jiyandin tu doz nehatiye vekirin. Pirsên ezmûnên ku bi milyonan ciwan dikevin ji aliyê hin hêzan ve tê belavkirin." Piştî daxuyaniyê Sezgîn Tanrikûlû çû edliyeyê û derbarê Serokê OSYM Alî Demîr, rayedarên OSYM û Şîrketa Ltd. ya Weşanên Beyazkalem giliyê sûcê kir. Tanrikûlû di derketina edliyeyê de axavî û diyar kir ku, divê Serokê OSYM Prof. Dr. Alî Demîr an derkeve destûrê yan jî divê dev ji kar berde.