Her çendî bûyerên li Şemizînanê diqewimin ji raya giştî û civakê tê veşartin, lê ev bûyer Enqereyê dixe nava liv û tevgerê. Partiya Komargir a Gel (CHP) biryar da ku ji bo lêkolînkirina bûyeran şandeyek bişîne Şemizînanê.
Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, CHP dê şandeya ji Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Alaattîn Yuksel, yê Semsûrê Salih Firat, yê Dîlokê Mehmet Şeker û yê Ispartayê Alî Haydar Oner pêk tê bişîne Meziînanê. Heyet dê piştî serdanê raporekê amade bike.
Tê ragihandin ku ji 23’yê tîrmehê ve gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemizînan Colemêrgê kontrol xistiye destê xwe û kontrola gerîlayên Kurd didome.