CHP 34’emîn civata xwe ya awerte li dar dixe

CHP 34’emîn civata xwe ya awerte li dar dixe

CHP, 34’emîn civata awerte ya partiya xwe li dar dixe. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di civata giştî ya awerte ya partiya xwe de axaftina vekirinê kir.

34’emîn civata giştî ya awerte ya CHP’ê li Salona Sporê ya Arana ya Enqereyê dest pê kir. Civata giştî dê du rojan berdewam bike. Bi îmzeya 81 serokên partiyan Altan Oymen bû serokê dîwana civata giştî.

Civat dê sibê bi dawî bbe. Dê îro hilbijartina serokatiya giştî pêk bê. Lê heta niha namzedek tenê heye, ew jî Kiliçdaroglû ye. Di roja duwemîn de jî dê Meclîsa Partiyê ya ji 60 kesan pêk tê û Civata Bilind a Disiplînê ya ku ji 15 eksan pêk tên bên hilbijartin.