Chevron bi Başûrê Kurdistanê re peymanek mor kir

Chevron bi Başûrê Kurdistanê re peymanek mor kir

Krîza di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê û rêveberiya hikûmeta navendî ya Iraqê de berdewam dikin. Herî dawî, şîrketa mezin a petrolê ya DYA’yê Chevron ji bo peydakirina çavkaniyên nû yên petrolê, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peymanek mor kir û bi vî awayî hemû zextên hikûmeta Bexdayê pûç kir.

Şîrketa Chevron a ku li navenda wê li Californiayê ye di daxuyaniya weşand de ragihand ku wana ji bo lêgerîna çavkaniya petrolê li herêmên Rovî û Sarta yên li bakûrê Hewlêrê li gel rêveberiya Başûrê Kurdistanê peymanek mor kiriye. Şîrketa Chevron dê cihê şîrketa Hindî ya ku niha li herêmê dixebite bigire û dê bi şîrketa OMV AG ya Awistralyayê re bixebite. Para Chevronê ji vê îhaleyê ji sedî 80 e.

Herêmên Rovî û Sarta 1,123 kîlometredam e. Di salên borî de li vê herêmê petroleke bi kalîte hatibû dîtin û ji bo dîtina çavkaniya petrolê xebat hatibûn destpêkirin.

Ji 2003 ve, Kurdan bi nêzî 50 şîrketên mezin û biçûk ên navneteweyî re peymanên li ser lêgerîn û karanîna petrolê mor kirin. Lê ji meha cotmehê ve şîrketên mezin ên weke Exxon Mobile û niha jî Chevron, li Kurdistanê dest bi xebatê kirin û evane rewşa li Başûrê Kurdistanê diguherînin.

Iraqê piştî 2003 desthilatiya xwe ya li ser çavkaniyên eneriyê jî danîbû û hemû peymanên şîrketên biyanî yên bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re qedexe kiribû.

Hikûmeta Bexdayê ev demek dirêj e îhaleyan nade şîrketên petrolê yên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin û peymanên bi van şîrketên navborî re yên ku berê hatibûn morkirin jî betal dike.

Lê hikûmeta Iraqê ji ber şîrketên mezin ên weke Exxon Mobilê nikare biryarên ewqas radîkal werbigire. Ger çednî Malikî, di meha gulanê de nehişt Exxon bikeve nava îhaleyê jî, lê Shell û Exxonê li hewceya Kûrnaya Rojava 8,6 milyar dolar qezenç kirin.

Berevajoyê Exxonê, şîrketa Chevron, t peymanan bi hikûmeta Iraqê re mor nake. Ji ber wê jî hikûmeta Iraqê nikare tu zextan li vê şîrketê bike.

Duh, danê nîvro daxuyaniyek balkêş ji buroya Malikî hat. Malikî ragihand ku wî nameyeke erênî ji Serokê DYA’yê Barack Obama der barê xebatên şîrketa Exxon Mobil a li Kurdistanê de wergirtiye.

Lê balkêş bû ku ji nameya ji Malikî re hat şandin tu daxuyaniyê yekser nehatin belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Obama xwestiye Exxon guh bide pêşniyarên hikûmeta Iraqê.

Li Iraqê ev bi salan e qanûneke ku bi awayeke rêkûpêk ji bo petrol li Pralementoyê li ser lihevkirin pêk nehatiye. Ji ber wê jî nayê payîn ku lihevkirineke wiha di demeke zû de pêk were. Kurd vê valatiya qanûnî ji xwe re bi kar tînin.

Mijareke din jî heye ku aventaj di destê Kurdan de ye; feydeya ku pêşkêşê şîrketan tên kirin. Li başûrê Iraqê hikûmeta Iraqê feydeyek biçûk dide şîrketan, lê feydeya li Kurdistanê pir zêde ye.