Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya Stenbolê (ÇHD) diyar kir ku, Midûrê Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Tekirdagê Haydar Ali Ak bi xwe tevlî îşkenceyê dibe û li girtiyan îşkence dike. ÇHD'ê anî ziman ku, piştî ku Midûr Ak hat ser peywirê her diçe îşkenceya li girtîgehê zêde dibe.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya Stenbolê (ÇHD) derbarê îşkeneya ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Tekirdagê zêde dibe daxuyaniyek nivîskî da. ÇHD'ê di daxuyşaniyê de anî ziman ku, piştî Midûrê Girtîgehê Haydar Ali Ak hat ser peywirê îşkenceya li girtîgehê zêde bûye. ÇHD'ê diyar kir ku, di serdema Midûrê Girtîgeha Tekîrdagê Haydar Ali Ak de gelek serlêdanên gilî hatine kirin û herî dawî di 14'ê Tebaxê de girtiyê siyasî Haydar Gundogmuş rastî lêdan û êrîşê hatiye.
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ AK BIXWE TEVLÎ ÎŞKENCEYÊ DIBE
Gundogmuş di serlêdana ÇHD'ê de diyar kiribû ku, Midûr Haydar Ali Ak bi xwe tevlî îşkeceyê bûye û di hucreyekê de îşkence li wî kiriye. Gundogmuş di serlêdanê de da zanîn ku, piştî girtiyên siyasî bertek nîşan dan, helwesta Ak ya li hemberî hemû girtiyên siyasî hatiye guhertin û tundî zêde kiriye. Di êrîşên li dijî girtiyan de girtiyên siyasî yên bi navê Fîkret Kara, Faruk Erdogan, Hidayet Sari, Sadik Çelîk birîndar bûn.
Ji gulana 2010'an heta kanûna 2011'an di serdema Midûr Haydar Alî Ak de li Girtîgehê ji bo ku girtî rastî binpêkirina mafan, êrîş ceza û nehiqiyan hatine 44 serlêdan hatin kirin. 44 kesên ku serî li ÇHD'ê dan diyar kirin ku, Midûr Ak tevlî karê îşkenceyê dibe û li dijî mafên mirovan tev digere.