Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), diyar kir ku dibe li Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Stenbolê zêde bibe û xwest Cîgirê Midûrê TEM'ê Sedat Selim Ay ji peywirê bê girtin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), diyar kir ku ji ber Cîgirê Midûrê TEM'ê Sedat Selim Ay li şaxa TEM'ê ya Stenbolê hate peyvirdarkirin dibe binpêkirina mafan zêde bibe. ÇHD'ê der barê peywirdarkirina Sdat Selîm Ay ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hate bicihkirin fikar û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
ÇHD'ê daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku Sedat Selîm Ay berê jî bi îşkence û tecawizê tê zanîn û peywirdarkirina wî dê bi xwe re îşkence û tecawizê dîsa zêde bike. ÇHD'ê anî ziman ku bi vî rengî Ay hatiye xelatkirin û ji ber vê yekê bi fikar in û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê her çend bêje em dê îşkenceyê tune bikin jî îşkencevanan bi xelat dike û rê li pêşiya îşkenceyên nû vedike. Sedat Selim Ay, heta niha hemû pereyê bi dest xistiye deyndara xwîna şoreşgeran e. Bi xwîna şoreşgeran meaş distîne û xwarin dixwe. Yekem car navê Sedat Selim Ay di sala 1996'an de bi îşkenceya li 8 şoreşgeran pêk hat hat zanîn. Piştî vê bûyerê 14 meh û 20 rojan hate girtin û 3 mehan ji peyvirê hate girtin. Lê ev cezayê wî hate taloqkirin û ji nûve hate peyvirdarkirin. Ev ji bo wî xelat e û me dixe nava fikaran. Ger ku ji niha û şûnde li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bûyerên îşkenceyê pêk bê dê Ay û ekîba xwe berpirsiyar bin.”