ÇGD: Li Tirkiyeyê serê rojnamegeran di bin dorpêça sansûrê de ye

ÇGD: Li Tirkiyeyê serê rojnamegeran di bin dorpêça sansûrê de ye

Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay anî ziman ku, zextên li ser çapemeniyê dibe sedema ku gelemperî şaş agahiyan werbigirin. Abakay, anî ziman ku li Tirkiyeyê di 104'emîn salvegera rakirina sansûrê de piyekî rojnamegeran li girtîgehê, piyekî wan li dadgehê û piyekî wan di bin sansûrê de ye û rojnameger di bin dorpêça sansûrê de dijîn.

Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay bi minasebeta 104'emîn salvegera rakirina sansûra li ser çapemeniyê daxuyaniya nivîskî da. Abakay da zanîn ku, 24'ê Tîrmehê ji bo Tirkiyeyê berxwedana çapemeniyê ya li dijî sansûrê ye û wiha got: "104 sal berê karmendên sansûrê nedixisin rojnameyan û rojnabe bê sansûr dihatin çapkirin. Lê piştî 104 sal şûnde îro îxtîdara siyasî ya serdest hemû kelehên medyayê dagir kiriye û xistiye bin kontorla xwe. Li vî welatî çapemenî raman û azadiya îfadeyê ketiye bin kontrolê. Bi van pêkanînên faşîzm otosansûr pêk tê. Li Tirkiyeyê di 104'emîn salvegera rakirina sansûrê de piyekî rojnamegeran li girtîgehê, piyekî wan li dadgehê û piyekî wan di bin sansûrê deye û rojnameger di bin dorpêça sansûrê de dijîn.

BILA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ SERBEST BÊN BERDAN

Abakay xwest bi minasebeta salvegera 24'ê Tîrmehê rojnamegerên girtî serbest bên berdan û wiha daxwazên xwe rêz kir: "Divê hemû rojnameger û rewşenbirên girtî serbest bên berdan. Divê zagona Têkoşîna bi Terorê re bê rakirin. Divê Dadgeha Bi Rayeya Taybet bê rakirin û zagon bên guhertin. Divê zagonên gerdûnî bên meşandin. Divê rêveberiyên Rojname û TV'yan nivîskar dest ji berdevkiya Serokwezîr berdin û destûr nedin şer û pevçûnan."