Cenazeyên gêrîlayan nayên naskirin

Cenazeyên gêrîlayan nayên naskirin

Cenazeyên 5 gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna Oremara Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan li morga Goristana Asîr ya Edeneyê tên girtin. Malbata gêrîla Şîrvan Muaver (Xoşmêr Zîlan) diyar kir ku, ji ber cenaze hatine şewitandin cenaze nas nekirine û ji bo testa DNA'yê xwîn da.

Cenazeyê 5 gêrîlayên HPG'ê yên di 19'ê Pûşperê de di çalakiya Qereqola Şitazin ya li herêma Oremara navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan ji 22'ê Pûşperê heta niha li Morga Sazaiy Tipa Edlî ya Edeneyê tên girtin. Malbata gêrîla Şîrvan Muaver (Xoşmêr Zîlan) ya ku jî Îranê hat bi riya Rêxistina BDP'ê ya Edene serî li Dozgeriya Komarê da û çû Morga Saziya Tipa Edlî. Ji wir ji bo cenaze nas bike çûn Morga Goristana Asîr ya Edeneyê û xwestin cenazeyan nas bikin.

Endamên malbatê ji ber cenaze hatine şewitandin nas nekirin, Ji bo testa DNA'yê xwîn da Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.