Cenazeyên gêrîla Simko û Mahsûm bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyên gêrîla Simko û Mahsûm bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Dervîş Çakmak (Simko Amara) li Edeneyê û cenazeyê gêrîla Ahmet Aktaş (Mahsum Bagok) jî li navçeya Mîdyata Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hate tefinkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Dervîş Çakmak (Simko Amara) piştî ji Goristana Bêkesan ya Meletiyê hate wergirtin li Edeneyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ahmet Aktay (Mahsum Bagok) jî li navçeya Midyatê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

GÊRÎLA SIMKO BI SLOGANA HATE PÊŞWAZÎ KIRIN

Malata gêrîla Simko piştî cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê wergirtin anîn navçeya Seyhanê û li taxa Barbarosê bi girseyî definkirin. Di merasimê de rêveberên BDP, MEYA-DER, TUHADER'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girsê piştî wecibeyên olî li Goristana Kuçukoba ku 5 kîlometre dûrî Barbarosê ye defin kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê dîsa alên PKK'e û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla Simko hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Heval Derviş nebire" berz kir. Bi pezaran kesan piştî cenazeyê Çakmak defin kir rêz girtn û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Li ser goristanê Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak, axivî û xwestin êdî kuştina gerîlla û leşkeran bi dawî bibe.

Serdana Konê şînê ya gêrîla Simko dê li taxa Barbarosê 3 rojan bên qebûlkirin.

MÊRDÎN

Cenazeyê gêrîla Ahmet Aktaş (Mahsum Bagok) ku li çiyayê Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana Bêkesan ya Meletiyê hatibû definkirin jî li Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Di merasimê de Parlementerê BDP'ê yê Agirî Halil Aksoy, reveberê BDPê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Cenazeyê gêrîla Mahsûm li taxa Cumhuriyetê ya Midyatê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazikirin. Girsê pişt re darbesta Aktaş danîn ser milê xwe û anîn goristana Cebarê Xalo. Girsê di meşê de wêne û posterên gêrîla Mahsûm û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê Konfederalizmê rakirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "PKK tolhildan", "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo", "Erdogan şaş nebe" berz kirin.

Girsê piştî cenaze defin kir, rêz girtin û "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Di merasimê de Serokê BDP'a Mêrdînê Şaban Karakaş anî ziman ku, ew bejna xwe li ber tekoşerê ku ji bo azadî, ziman, çand û nasnameya gelê Kurd şehîd dikevin ditenîne û wiha got: "Em dê li têkoşîna wan û doza wan xwedî derkevin. Heta Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîna me dê bidome.

Bavê gêrîla Mahsûm Haci Musa Aktaş jî xwest êdî ev şer û kuştin bi dawi bibe û aştî bê.