Cenazayên 5 gêrîlayên yên ku di encama pêvçûna li Colemêrgê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn û li Morga Goristana Asrî ya Edeneyê dihat hilgirtin, beyî ku encama testa DNA'yê were eşkerekirin bi fermana dozger li goristana bêkesan hate veşartin.
Cenazeyên 5 gêrîlayên HPG’ê ku di 19'ê Pûşberê de di encama çalakiya li hemberî Qeraqola Şitazina li herêma Oremarê de jiyana xwe ji dest dabûn, di 22'ê Pûşberê de rakiribûn Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî otopsiyên li vir hate kirin bi biryara dozgeriyê cenazeyê birin Morga Goristana Asrî ya Edeneyê.
Malbatên gêrîla Rifat Kizil (Çekar Amed), Ûbeydûllah Arik (Adil Çavşîn) û Şîrvan Mûaver (Xoşmer Zîlan) hatibûn Edeneyê û bi alîkariya Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê serî li dozgeriyê dabûn û xwestibûn cenazayan teşhîs bikin, lê ji ber ku cenaze hatibûn şewitandin nehatibûn naskirin. Li ser vê yekê malbatan ji bo testa DNA'yê xwîn dabûn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Bêyî ku encama testa DNA'yê derkeve, hate zanîn ku di 7'ê Tîrmehê de li ser fermana Dozgeriya Komarê ya Edeneyê 5 cenazeyên gêrîlayan li goristana bêkesan hatiye veşartin.
3 MALBAT JI BO TESTA DNA'YÊ MÎNAKA XWÎNÊ DABÛN
Serokê ÎHD'ê ya Edeneyê Şahîn Kiliç da zanîn ku, her sê malbat jî ji bo teşhîsê hatibûn Edeneyê û mînaka xwînê dabûn û wiha got: "Bêyî ku test bi encam bibe cenazeyan veşartine. Dozgerî ji me re got, piştî encama testa DNA'yê malbat dikarin cenazeyan bigirin."