Cenazeyên 4 gêrîlayan hatin teşhîskirin

Cenazeyên 4 gêrîlayan hatin teşhîskirin

Cenazeyên 4 gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dabûn hatin teşhîskirin.

4 Malbatên ji 5 gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna 14'yê Hezîranê ya li bejahiya navçeya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dabûn vê şevqê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbatên ku ji bo cenazeyên xwe teşhîs bikin derbazî saziya edlî tiba Meletiyê bûn. Ji wan malbatan Malbata gêrîla Kawa Amed karûbarên teşhîskirina cenazeyê xwe temam kirin. Malbatên gêrîla Reşat Ari (Kamuran Penaber), Abdulgani Bulut (Rêber Bagok) û Selman Elîş (Karker Cegerxwîn) jî li morga saziya edlî tibê cenazeyên xwe teşhîs kirin. Tê payîn ku malbat cenazeyên xwe bigirin û ber bi bajarên xwe ve birê bikevin.

Cenazeyê gêrîla Nebî Sinir li Amedê, Abdulganî Akbulut li Nisêbînê, Reşat Arî li Serêkaniyê û Selman Elîş jî li Şemrexê dê bên veşartin.