Cenazeyê Gonenê ku polîsan qetilkir rakirin Saziya Tiba Edlî

Cenazeyê Gonenê ku polîsan qetilkir rakirin Saziya Tiba Edlî

Cenazeyê Hasan Selîm Gonen yê ku di encama guleberdana polîsan ya li Taxa Gaziyê de hate qetilkirin rakirin Saziya Tipa Edlî.

Cenazeyê Hasan Selîm Gonenê ku di encama gule berdana polîsan li Taxa Gaziyî de hate qetilkirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Okmeydaniyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê. Hate zanîn ku cenazeyê Gonen piştî otopsiyê dê bidin malbata wî. Malbata Gonen, parêzer û malbatên TAYAD'ê li ber tiba edlî radiwestin û dirûşmeyên wekî "Hasan Selîm Gonen nemire", "Sûltan Işik rûmeta me ye" berz kirin. Hate zanîn ku, cenazeyê Gonen dê ji aliyê malbatê ve bibin Kocaelî ya ku malbat lê dijîn û piştî nimêja nîvro dê were veşartin.