Cenazeyê Gonen hate definkirin

Cenazeyê Gonen hate definkirin

Cenazeyê Hasan Selîm Gonen yê li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate qetil kirin, hate defin kirin.

Cenazeyê Hasan Selîm Gonen yê duh li Taxa Gazî ya Stenbolê hate gulebaran kirin û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Okmeydaniyê jiyana xwe ji dest da, hate defin kirin. Piştî otopsiya li Edlî Tibê cenazeyê Gonen ji aliyê malbat û TAYAD’ê ve hate girtin û ber bi Kocaeliyê ketin rê. Duh şev cenazeyê Gonen ku anîn morga Goristana Asrî ya Kocaeliyê, di demjimêrên siharê de hate girtin û li Goristana Bajar ya Uçtepelerê hate veşartin. Di dema veşartinê de polîsan derdora goristanê dûrpêçkirin.

Malbatên TAYAD’ê diketina Goristana Bajar ya Uçtepeler de bipankart û sloganên “Hasan Selîm Gonen Bêmirine” ber bi gora Gonen meşiyan. Sersaxiya malbatê kirin û çalakiya bibîranîna Gonen duristkirin.