Cenazeyê gêrîla Kawa li Amedê spartin axê

Cenazeyê gêrîla Kawa li Amedê spartin axê

Ji 5 gêrîlayên HPG'ê ku li bejahiya navçeya Hezexa Şirnexê jiyana xwe jidest dabûn cenazeyê Nebî Sinir (Kawa Amed) hat teşhîskirin. Tê payîn ku cenazeyê gêrîlayê Kawa îro li Amedê bê veşartin.

Li 5 malbatên gêrîlayên HPG'ê ku di pevçûna 14'yê Hezîranê li navçeya Hezexa Şirnexê derketî de jiyana xwe jidest dabûn 4'ê wan di demjimêrên şeveqê de hatin Meletiyê. Malbatên ku ji bo teşhîsa cenazeyên xwe serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan derbazî saziya edlî tiba Meletiyê. Malbata gêrîla Kawa Amed karûbarên teşhîstkirinê bidawî kirin û li benda hatina ambûlansê man. Hat ragihandin ku Malbata Kawa dê cenazeyê xwe îro li goristana Yenîkoya Amedê veşêrin. Malbat di deqîqeyên pêş de cenaze bigire û ber bi Amedê ve bikeve rê.

Ji hêla din ve jî malbatên gêrîla Reşat Arî, Abdulganî Akbulut û Selman Elîş jî ji bo karûbarên teşhîsê pêk bîne li ber morga edlî tiba Meletiyê radiwestin.