Cenazeyê Çaglar Demîroz li Stenbolê hat veşartin

Cenazeyê Şoreşgerê enternasyonalîst Çaglar Demîroz ku li nexweşxaneyek a Atînayê ji ber pençeşêrê derman didît û piştre jiyana xwe ji dest da, li Cemevî ya Gazî ya Stenbolê ji aliyê hevrêyên wî ve hate veşartin.

Şoreşgerê enternasyonalîst Çaglar Demîroz dema ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikir bi nexweşiya penceşêrê ket û li paytexta Atîna ya Yewnanîstanê ku ji ber penceşêrê derman didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çaglar Demîroz li Cemeviyê ya taxa Gazî hate veşartin.

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn, HDP, HDK, ESP, Kaldiraç, SMF, Partîzan û gelek kesên din tevlî merasîma cenazeyê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîma cenazeyê de destpêkê Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû anî ziman ku dema wan cenaze ji Edîrne Îpsalayê anîn tevahiya rê fikiriye ku çi bêje, lê hemû gotin di nîviyê de man. Pîroglû destnîşan kir ku bîranîna şoreşgerekê ku şerekê mezin spartî temenê xwe yê kurt zehmet e û got: “Karek zehmet e bîranîn, gotin û rakirina şoreşgerekê ku xwe bexşî şerekê mezin kirî zehmet e. Gotin vegerandina çalakiyê… Bi salane xwişk û biratiya gelan, di dema gotina enternasyonalîzmê ku gelek şerê mirinê dide de bûyîna xwişk û birayê wî, jiyana xwe datîne holê, pişta xwe li hemû berhevkirinên xwe re zivirandin û ber bi şerekê xwişk û biratiyê ve meşîn.”

‘HER TIM LI ENIYA PÊŞ BÛ’

Pîroglû diyar kir ku ew li her cihê ku pêwîst dikir lê disekinî û got: “Her tim li eniya pêş a şer bû. Îro em karek din ê zehmet dikin. Em bira, dost û hevrêyê min radikin. Çaglar Demîroz rumeta me ye, Çaglar bê mirin e.”

Jİ GEZİYÊ BER Bİ ROJAVA…

Piştî axaftinê cenazeyê Çaglar Demîroz danîn ser milan û li Goristana Gaziyê hate veşartin. Li ser gora wî Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn qala têkoşîna Demîroz a ji berxwedana Geziyê ber bi Rojava ve kir. Elîf diyar kir şopa Demîroz di her têkoşînê de tê dîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wî bi vê girêdanê jiyan kir, şer kir û bê mirin bû.”

Di merasîmê de nameya hevrêyê Çaglar Demîroz ê li dervey welat hate xwendin û piştre merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.