Cenazeyên gêrîla Aygul Emîre û Selamî Kaya ku di encama pêvçûna ku di meha Sibatê de li Herêma Besta ya Şirnexê de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn, birin Wanê.
Cenazeyên gêrîlayê HPG’ê Aygul Emîre û Selamî Kaya ku di encama pêvçûna ku di meha Sibatê de li Herêma Besta ya Şirnexê derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî ku testa DNA'yê encam bûn, ji aliyê malbatên wan ve ji Meletiyê hate girtin û birin Wanê. Malbatên gêrîlayan duh hatibûn Meletiyê, lê bi hinceta ku hin ewraq kêmin, cenaze nedabûn malbatan.
Malbatan ewraqên xwe temam kirin û tevî rêvebirên BDP'ê ya Meletiyê, nûnerên MEYADER'a Amedê çûn carek din serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Piştî serlêdanê cenazeyan ji goristana bêkesan ku hatibûn veşartin, hatin hilgirtin û ber bi Wanê bi rê ketin. Hate zanîn ku, cenazeyê gêrîla Emîre li Goristana Bajaroka Eganîsa girêdayê Navçeya Erdîşa Wanê, cenezayê gêrîla Kaya jî li Goristana Taxa Yenî ya Navenda Wanê dê were veşartin.
Ji aliyê din hate zanîn ku, cenazeyên gêrîlayên HPG’ê Ahmet Aktaş, Mûrat Karataş û Dervîş Çakmakê ku di heman pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabun dê sibê werin girtin.