Cemîl Çîçek: Wekîltiya Kemal Aktaş betal nabe

Cemîl Çîçek: Wekîltiya Kemal Aktaş betal nabe

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek wiha got: “Dadgeh, di warê parlamenterên girtî de dikare derfeteke hemdem a wekî kontrola edlî bixe meriyetê. Ez hêvî dikiê ku dadgeh vê peyama ku meclisê daye baş fêm kirine.” Çîçek der barê rewşa parlamenterê BDP’ê Kemal Aktaş de jî wiha got: “Em fezlekeya wî şûn de dişînin. Wekîltiya wî betal nabe.”

Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek di Salona Merasîmê ya Meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê. Çîçek der abarê xebatên salane yên Dema 24’emîn de agahî dan. Çîçek da zanîn ku di 4’ê tîrmeha 2011’an de hatiye ser peywirê û salek derbas bûye. Çîçek xebatên ku di salekî de meşandiye vegot. Çîçek got ku xebatên herî girîng yên dema 24’emîn avabûna Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê û xebatên makeqanûna nû ne.

Çîçek li ser pirsarewşa parlamenterên girtî ku 3’emîn pakêta darazê ji aliyê serokomar ve bê erêkirin şûnde dê çi bibe jî wiha got: “Dadgeh, di warê parlamenterên girtî de dikare derfeteke hendem a wekî kontrola edlî bixe meriyetê. Ez hêvî dikim ku dadgeh vê peyama ku meclisê daye baş fêm kirine.”