Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek li ser pêşniyara CHP'ê ji bo meclîs di 14'ê tebaxa 2012'an di demjimêr 15.00'an de bicive, bang li komên partiyan kir.
Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek di bangawaziya ku ji komê partiyan re şand de wiha got: "Li ser navê koma CHP'e ji aliyê Cîgirên Serokê Koma CHP'ê Parlementerê Stenbolê Mehmet Akîf Hamzaçebî, Parlementerê Enqereyê Emîne Ulker Tarhan û Parlementerê Yalovayê Mûharrem Înce ji bo bûyerên dawî yên zêde dibin, geşedanên Sûriye û Iraqê, xetereyên ku Tirkiye rû bi rû dimîne, TBMM ji bo hevdîtinek giştî hatiye vexwandin." Çîçek koma partiyan ji bo 14'ê Tebaxa 2012'an demjimêr 15.00'an bicivin vexwendin.
Heke di civîna awarte ya di 14'ê Tebaxê de hêjmara têrî civînê dernekeve holê, dê meclîs carekî din bikeve betlanê.