Cemîl Bayik: Gêrîla hêza rewa ya parastina gelane

Cemîl Bayik: Gêrîla hêza rewa ya parastina gelane

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik da diyarkirin ku, heta mafê netewbûna gelê Kurd neyê pejirandin û azadiya wan neyê bidestxistin dê berxwedana gêrîlayan berdewam bike û got; " Gêrîla hêza rewa ya parastina gelane. Tu kes dê îxanetê li bîranîn û bêrîkirinên kesên jiyana xwe ji dest dane neke.

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik di nivîsa xwe ya rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de derbarê sedema israrkirina çekdanînê ya HPG’ê wiha got:

Di salên dawî de xabata bingehîn a dewleta tirk û navenda wê ya şerê psîkolojîk ew e ku bi gerîlayan çekan bidin danîn. Hin lîberal û kurdên hevkar jî ji bo vê armancê bi kar tînin. Bi riya van atmosfereke wisa dixwazin biafirînin ku heger gerîla çekan deyne dê dewlet pirsgirêka kurd çareser bike!

Dewleta tirk di polîtîkaya çekdanînê de dixwaze hêzên başûrê Kurdistanê jî bi kar bîne. Ji ber ku ew jî di çarçoveya têkiliyên polîtik, dîplomatîk û aborî yên bi Tirkiyeyê re de, gelek caran daxuyaniyên mîna, “dema têkoşîna çekdarî derbas bûye” didin. Ji ber têkiliyên wan ên heyî jixwe kes ne li bendê ye ku bêjin, “Berxwedana gerîlayan mafê parastina rewa ye”.

Zindî dema hebûna wan bibe mijara gotinê her rêbaza berxwedanê pêk tînin.

Hemû lawir li hember xetereya pê re rû bi rû dimînin, bi hemû hêza xwe hewl didin xwe biparêzin. Mirov jî hem ji bo hebûna xwe, hem jî civaka ku hebûna wî diafirîne biparêze; her derfeta berxwedanê bi kar tîne.

Ev mafê parastina rewa ye û ji aliyê gerdûnî ve jî hatiye pejirandin. Hêna berdxwedana çekdarî ya bindestan jî di nav de her cure berxwedan rewa tê dîtin. Tenê bila sivîlên derveyî şer zirarê nebînin.

PKK’ê di sala 1994”an de bi şêwazekî nivîskî ji saziyên Neteweyên Yekbûyî re beyan kiriye ku ew ê li gor Peymana Şer a Cenevreyê tevbigere.

Beriya niha çetevaniya ku li dij sivîlan êrîş pêk anîn hate mahkûmkirin. Ji ber kêmasiyên xwe yên di vê mijarê de jî lêborîn xwest.

PKK bi salan e li gorî peymanê tevdigere. Li hember dîlên di destê xwe de nêzîkatiyeke ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatiye takdîrkirin nîşan dide.

Berxwedana çekdarî ya ku di roja me de bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin; bi tevahî li gor xeta parastina rewa ye. PKK di cîhana roja me de alîgir e ku pirsgirêk bi riyên siyasî û di nava siyaseteke demokratîk de werin çareserkirin. Lê bilêvkirina vê rastiyê nayê wateya ku berxwedana çekdarî dê qet tune be. Heger têgihîştin, niyet an projeyeke çareseriyê ya bi vî rengî tune be, hebûna civakekekê di bin tehdîdê de be, wê demê berxwedana çekdarî jî di nav de, her rêbaza berxwedanê rewa ye. Bi kurtasî; li cîhanê dema berxwedana çekdarî neqediyaye. Heger derfeta çareseriya demokratîk hebe rêbaza ku were bijartin divê ya çareseriya demokratîk be. PKK ev rêbaz ji her rêxistina li cîhanê heyî bêhtir ceriband lê encam bi dest nexist.

Mîna ku her kes teqdîr dike herî zêde Rêberê Gelê Kurd xwest bi rêbazên siyaseta demokratîk encamê bi dest bixe. Lê di demeke ku AKP nêzî çareseriya demokratîk a siyasî nabe de nerabûnên herî tund li dij ên dibêjin bila gerîla çekan deyne Rêbertiyê nîşan daye. Sedema ku Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîda giran, tehdît û şantajê de tê hiştin jî ev sekna wî ye. Ji ber ku raxistiye ber çavan ku polîtîkaya çareseriyê ya AKP’ê tune ye û bi afirandina bendewariyê mijûl dike û dixwaze tevgera kurd biçewisînê. Heger Rêberê Gelê Kurd ne xwedî sekneke bi vî rengî ba, dê li dij polîtîkaya tecrîd, tehdît û şantajê nemaşanda. Zexta rawestandina berxwedanê ya PKK’ê li Rêbertiyê tê kirin. Ji ber ku van zextan qebûl nake jî ev saleke nahêlîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Daxwazên hevdîtinê yên siyasetmedaran nayên bersivandin. Jixwe girtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd têrê dike ku rastiya tecrîd û şantajê were dîtin.

Îdiaya ku tê gotin Rêberê Gelê Kurd ji wezaretê re name şandiye û gotiye parêzer gotinên wî berovajî dikin û naxwaze derkeve hevdîtinê dereweke mezin e. Li cîhanê derewîniyeke hevqasî bêşerm nehatiye dîtin. Saziyeke bi tenê ya dewletê ku Rêbertiyê li dij helwest daniye heye; ew jî nûnera polîtîkaya tunekirinê ya dewletê AKP ye.

AKP ku dixwaze bi gerîlayan çek bên danîn hêza bingehîn a biçekirina hêzên muxalif ên Sûriyeyê ye. Dîsa ya ku ji bo muxalefetê herêmên ewle û qada hewayî diafirîne dewleta tirk e. AKP bi destê muxalefetê li Sûriyeyê her cure provokasyonê pêk tîne. Niha gel li wir di bin zilma dewletê û muxalifên ku AKP wan destek dike de dijî. Hikûmeta AKP’ê ji bo sivîlekî ku bi xeletî ji aliyê gerîlayan ve tê kuştin qiyametê radike. Lê muxalifên ku AKP wan destek dike li Sûriyeyê li gelek cihan dibin sedema mirina bi sedan sivîlên mahsum.

Di roja me de gerîlayên kurd li gor Pîvanên Şer ên Cenewreyê tevdigerin û ji bo sivîl zirarê nebînin bi baldarî tevdigerin û berxwedanê bilind dikin. Li dij êrîşên dewleta tirk ên dixwazin gerîyayan biçewisîne û li gor sîstema tevkujiyê gelê kurd tune bike li ber xwe didin. Ji ber ku di warê çareseriya siyaseta demokratîk de gav nayên avêtin mafê berxwedanê tê bikaranîn. Bi vê berxwedanê tê xwestin polîtîkaya bi zorê çewisandina gelê kurd were berterafkirin û di çerçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de Tirkiye were demokratîkkirin.

Gotinên ku hin hevkarên AKP’ê dibêjin, ên mîna; ger çek were danîn dê çareserî pêk were tu têkiliya xwe bi rastiyê re tune ne. Heger niyeta AKP’ê hebe di rojekê de pirsgirêk tê çareserkirin. Civaka Tirkiyeyê ji bo çareseriyê amade ye. Ya li pêşiya çareseriyê asteng e ne berxwedana gerîlayan, têgihîştina AKP’ê û dewletê ye. AKP danîna çekan bi niyeta; ger karibim çekan bi wan bidim danîn wê demê bi rêbazên piralî ez ê daxwaza kurdan a nasname û azadiyê karibim biçewisînim dixwaze. Ne- dîtina vê yekê bi gotina herî sivîk tê wateya lîstina rola ehmaqane.

Sedema bûyina parçeyekî tevgera şerê psîkolojîk a AKP’ê ya hin dijminên sondxwarî yên Apo û PKK’ê ew e ku têkçûna PKK’ê bi çavên xwe bibînin. Nexwe her mirovê hişê wî li serê wî ye dizane ku polîtîkayake AKP’ê ya çereseriyê tune ye. Bi nêzîkbûna van a ji bo Rêberê Gelê Kurd nîşan dide ku tu têkiliya van bi kurdîtiyê re tune ye.

Mêtîngeran di tevahiya dîrokê de bi îdamkirina rêberên kurdan, bi sûîkastên li dij rêberên kurdan xwestine gelê kurd bê pêşeng bihêlin û bi vî rengî tasfiye bikin. Dîroka kurd radixe ber çavan ku xwedîderketina li rêberên kurdan aliyê herî girîng ê têkoşîna azadiyê ye. Tevî vê rastiyê jî xwedîderketin li aliyekî dijminatiya kurdên hevkarên AKP’ê ya li dij Rêberê Gelê Kurd ku ev 13 sal û nîv e di zindanê de ye têra nîşandana rûyên van ên dast dike.

Heta hebûna kurdan a netewî neyê qebûlkirin û azadiya wan neyê misogerkirin danîna çekan a gerîlayan di serî de ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Her wiha di rewşeke ku pirskgirêka kurd neyê çareserkirin de ev yek weke teslîmbûn û ixanetê wê were dîtin. Ewladên gel heta niha ji bo hebûn û azadiya vî gelî xwe feda kirin. Kes nikare li bîranîn û hedefên wan ên jiyana xwefedakirinê îxanetê bike.