Endam û rêveberên şaredariyên ku şaredarên wan û endamên meclisên wan hatine girtin bi girseyî li ber avahiyen şaredariyê çalakiyên Pêncşema Reş berdewam kirin. Li Wêranşar, Pirsûs, Qoser, Dêrik, Peyas, Êlih, Wan û Qelqeliyê bi girseyî çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin.
RIHA
Li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê endam û rêveberên BDP'ê, personelên şaredariyê, wekîl û cigîrên şaredaran, nûnerên saziyên sivîl yên civaki jî di nav de bi sedan kes li ber avahiyên şaredariyan kom bûn û çalakiyên "Pêncşema Reş" pêk anîn. Li Wêranşarê Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, anî ziman ku hikûmet li hemberî hemû daxwazên kurdan ker û lal dimîne û ew vê helwesta hikûmetê şermezar dikin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî endam û rêveberên BDP'ê, personelên şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber avahiya şaredariyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Nûnerê Genel-Îş'ê Bekir Koşti, daxuaynî da û anî ziman ku, bi boneya girtina siyastmedarên kurd şermezar bikin vê çalakiyê pêk tînin. Koştî da zanin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze polîtikayên înkar û îmhayê berdewam bike.
MÊRDÎN
Li navçeyên Qoser û Dêrikê jî bi heman armancê girseyên ku li ber şaredariyê kom bûn çalakî pêk anîn. Di çalakyê de Serokê Genel-Îşê yê Rihayê Sadık Demir, bertek nîşanî operasyonên siyasî, leşkerî û tecridê da û xwest daxwazên wan li ber çavan bên girtin. Demîr, xwest komkujî bi dawî bibin û tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Li navçeya Dêrikê jî bi heman armancê koma li ber avahiya Şaredariyê kom bû çalakî pêk anî. Li Dêrikê jî girtina mala perwerdehiyê ya Dêrikê hate şermezaririn.
ÊLIH
Li Êlihê jî Çalakiya Pencşema Reş di hefteya 126'an de hate şermezarkirin. Girseya ku li ber avahiya Şaredariyê kom bû pankarta "Vîna me hêj girtî ye" vekirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Wekilê Şaredar Sedat Temel, ani ziman ku şaredarê wan 3 salin girtî ye û operasyonên di jî kurdan berdewam dikin.
OCALAN DÊ BIBE BERSIVA AŞTIYÊ
Li ser navê Platforma Demokrasiyê Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Hadi Bogadir daxuyani xwend û wiha got: "Yê bibe bersiva çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Sebra kurdan zor dikin û tecrîdê giran dikin. Divê tecrîd bi dawi bibe û operasyon rawestin. Em dibêjin êdî bese"
AMED
Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl yên civakî di hefteya 125'an de li ber avahiya şeredariyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniye.
WAN
Li Wanê jî bi tevlebûna rêveberên BDP, Tum Bel-Sen û persolenên şaredariyê meşek hate lidarxistin. Koma ku endamen KESK û DÝSK'ê jî amade bûn, bi dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin" û "Bijî têkoşîna me ya bi rêxistin" heta ber avahiya Şaredariyê meşiyan. Li ber avahiya Şaredariyê Serokê Tum Bel-Senê ye Wanê Nizamettin Baglan, girtina Şaredar Bekîr Kaya û siyasetmedarên kurd şermezar kir.
Li navçeya Qelqeliye jî di heman çarçoveyê de çalakî hate lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya Şaredariya Qelqeliyê kom bû girtina Şaredar Murat Durmaz şermezar kir. Di çalakiyê de wêneyên Durmaz û pankarta "Dest nede vîna min" rakirin" û çalakiya rûniştinê pêk anin.
Di hemu çalakiyan de komên daxuyanî dan piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiyên rûniştine pêkanîn.