Çalakiyên gerîlayên HGP’ê yên kontrolkirina rê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet di van du rojên dawiyê de gerîlayan li gelek cihan rê kontrol kirin. Gerîlayan di 23’ê tîrmehê de li Şemizînanê rê kontrol kirin, 150 wesayît rawestandin, nasname kontrol kirin û propaganda ji gel re kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandihana HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku gerîlayan di du rojan de bi awayeke berfireh li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê rê kontrol kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pevçûna li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de herî kêm leşkerek hatiye kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 22'ê Tîrmehê de di saet 14.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê wesayiteke bi goman a ji qereqola Bawanê derdiket ji aliyê gerîlayên me ve xwestiye were rawestandin, 2 kesên di nava wesayitê de gulebaran kiriye. Piştî pevçûneke demkurt 2 kesê di nava wesayitê de reviyaye, wesayita wan jî bi şewitandinê hatiyê rûxandin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 23'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê kemyoneke erzaq û alavên leşkerî ji qereqola Bawanê re dibir ji aliyê gerîlayan ve bi şewitandinê hatiye rûxandin.”
150 WESAYÎT HATIN RAWESTANDIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-14.00'an de li Colemergê li ser riya navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 150 wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Artêşa dagirker a tirk xwestiye bi 3 helîkopterên kobrayan mudaxeleyî cihê bûyerê bike lê di encama bersivdayina gerîlayên me de helîkoptereke kobra derbe xwariye û her 3 kobra neçar mane paş de vekişin.”
LI DARA HÊNÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 23'ê Tîrmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li nêzî qereqola Hegasorê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa “dagirker” a tirk de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.
LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 16.00-22.00'an de li Herêmên Parastinê y ên Medyayê li dijî rêzeçiyayên Karker, Qebra Zahir ên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşa li ser Zap û Heftenînê de ev agahî da; “6. Di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareşa Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam kiriye.
Di 24'ê Tîrmeh3e de di navbera saet 02.00-04.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxoyê li dijî Kato Sûlê, Dola Bektorya, Dola Kuliya û Neqeba PKK'ê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”