Çalakiyên bo piştevaniya Rojava didomin

Çalakiyên bo piştevaniya Rojava didomin

Komkujiya li Rojava bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. Li Wêranşarê jî kampanyaya ji aliyê Meclisa Ciwanan ve bo Rojava hatibû destpêkirin didome. Li Şirnexê jî alîkarî derketin rê.

HDK ya Enqereyê ji bo komkujiya Rojava protesto bikin daxuyaniyek da. Daxuyaniya li Guvenpark pêk hat gelek kes tevli bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Orhan Çelebî hat xwendin û di daxuyaniyên balkişandin ser êrîşên çeteyan yên li ser Rojava û: “Dewleta tirk û hikûmeta tirk bi piştgiriya lojîstik kujeran xwedî dike.  AKP ya ku komkujiya Misir pêk tîne, şermezar dike, dema mijar bibe Rojava bê deng dimîne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila bê deng nemînin û dengê xwe bilind bikin.

Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Wêranşarê ji bo ku pişgiriyê bide kampanyaya piştevaniya Rojava ya ku didome ciwanan li seranserî navçeyê bi 3 zimanan afîş daliqandin û bi heman armancê li parka Antînê stand avakirin.

Ciwanan bê navber xebatên xwe berdewam dikin. Li taxên Karacadag, Derîk, Ceylanpinar û li kolanên kevnar yên Rihayê bi zimanê Erebî, Kurdî û Tirkî afîş daliqandin. Ciwanan xebata agadarkirina bi 3 zimana qima xwe pêneanî û li parka Antînê stand vekir. Kampaya ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, didome. Ciwanan duh 3.5 ton alikarî komkir û şand deriyê Dirbîsiya Qoserê. Ciwanan banga alikariya kampanya Piştevaniya Rojava li gel kir.

ALÎKARIYÊN LI ŞIRNEXÊ HATIN BELAVKIRIN DERXISTIN RÊ

Li Şirnexê jî bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re du kamyon xurek ku jia liyê ÎHD’a Şirnexê ve hat organîzekirin, BDP’a Şirnexê , KESK û Şaredariyê jî piştgirî dayê berbi Rojava ve derxistin rê.