Çalakiya nobeta li ber KE’yê 56 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya nobeta li ber KE’yê 56 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya Nobeta Azadiyê 25'ê Hezîranê li bajarê Fransa Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê bi pêşengiya Înîsiyatîfa 'Ji Ocalan re Azadî' hatibû destpêkirin di roja 56’emîn de ye.

Kurdistaniyên ku ji bajarê Fransa Parîsê dewr girtibûn îro heftiya xwe diqedînin. Îro sibe Saet 17.00 dê çalakî dewrî komeke nû were kirin.

Çalakgeran diyar kir, ku wan di nava hefteyekê de derbarê armanca çalakiya xwe de Ewrûpî agahdar kirine.

Çalakgeran herwiha dan zanîn belavokên di derbarê tecrida girankiri de belav kirine û tûrîst jî alaqeyeke mezin didin çalakiya wan.

Çalakgerên nobeta azadiyê her roj saet 09:30'an diçin ber konseya Ewropayê û heya saet 16:30ê êvarî nobeda azadiyê digirin.