BI DÎMEN

Çalakiya kon a li Viyanayê di roja 3. de ye

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên AKP'ê hat destpêkirin û wê hefteyekê dewam bike, di roja 3. de ye.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên AKP'ê hat destpêkirin û wê hefteyekê dewam bike, di roja 3. de ye. Kon li ber avahiya Parlamenta Viyanayê hatiye vedan.

Li konê çalakiyê wêneyên ji komkujiyên li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelemperiya Kurdistanê hatin daliqandin. Di çalakiyê de her wiha belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, tên belavkirin.

Komîteya Amadekar da zanîn, ku Awûstûryayî û tûrîstan jî konê wan ziyaret kirine û piştgirî dane gelê Kurd.

Kurdistaniyên ji bajarên Înnsbrûck, Vorarlberg, Graz, Lînz û St. Poltenê jî tevlî çalakiyê bûne û destekê didin.

Çalakî wê heta roja Yekşemê bidome.

...