Çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya 386’an de ye

Çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya 386’an de ye

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 386'an de pirsa "Gelo li welatê dayîk bedenên zarokên xwe li çiyayan kom dikin behsa cejnê tê kirin?" pirsîn.

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 386'an li Qda Galatasarayê li dar xistin. Dayîkan pankrata "Kiryar diyarin winda li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de birayê Huseyîn Taşkaya yê ku di sala 1993'yan de hate windakirin Şerîf Taşkaya axivî û wiha got: "Her roj miron dimirin. Tu wateya vê cejnê tuneye. Ev cejn weke rojeke ji rojê bi me didin jiyîn." Birayê Seyhan Dogan yê ku di sala 1995'an de di binçavan de hate windakirin Kadîr Dogan jî diyar kir ku ligel sibê cejne naçe ser gora birayê xwe û wiha got: "Em dizanin ku cejin çî ye. Goreke birayê min jî tuneye."

DAYÎKA LI BER ÊŞA KURÊ XWE, XWE NEGIRT LI SER HIŞÊN XWE ÇÛ

Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê ya li hemberî pevçûnan da. Yildiz wiha bang li hevsera Serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan kir: "Diçe her cih digirî bila rojekê bê vir. Bila van êşan bihize." Yildiz diyar kir ku, berpirsiyarê mirinan hikûmete û wiha got: "Îşlikê bi agir li me kirin. Hun li xwe nekin. Êdî bese. Min kurê xwe bi dest xwe ji we re anî û emanetî we kir. Kurê min li kuderê ye? Êdî bese." Yildiz piştî axaftina xwe li ser hişên xwe çû.

'LI CIHÊ NÛÇE TÊN ASTENGKIRIN RASTÎ TUNEYE'

Daxuyaniya hefteyê Mîne Nazarî xwend û diyar kir ku, ji ber gorên windayan tuneye cejn êşan hêj kûrtir dikin û wiha got: "Heke cejn aştî û biratî be, li welatê dayîk bê gor, dayîkên zarokên xwe bi darbestan werdigirin û dayîkên bedenên zarokên xwe li çiyayan kom dikin behsa cejnê dê çawa bê kirin?" Nazarî anî ziman ku, Yildirim Turker ji ber ku têkildarî Şemzînan de rastî nivîsîn ji Rojnameya Radîkalê hate derxistin û wiha got: "Ev yek ji bo gel rastiyê nebe dikin. Armanca vê yekê ewe ku rojnamegeran dizayan bikin." Nazarî da zanîn ku, li cihê nûçe tên astengkirin behsa rastiyan nayê kirin. Nazarî, bilêv kir ku ji bo rastî bên zelalkirin pêdivî bi rojnamegerên bi rêgez heye.