Çalakiya bi bombeya deng û molotofan ya li dijî Marketa BÎM ya li nêzî Çayxaneya Şark ya li Okmeydana Stenbolê ya di demjimêr 09.00’an de ‘Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî’ girte ser xwe.
Di demjimêr 09.00’an de li Marketa BÎM ya nêzî Çayxaneya Şark ya Okmeydaniyê teqînekî tund rû da. Di encama teqîna ku mirî û birîndar têde çênebûyî de zirarek aborî ya mezin çêbû.
‘Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî’ çalakî girte ser xwe. Daxuyaniya ku ji aliyê komê ve hate kirin, hate diyarkirin ku li dijî Marketa BÎM’ê çalakiya bibombeya deng û molotofkokteylî pêkanî ne, her wiha aşkera kir ku çalakî bi armanca “Protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavdayîna berxwedana rojiya birçîbûnê ya 14’ê Tîrmehê’ hatiye kirin.