Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li Osloyê qediya
Meşa li paytexta Norwêc Osloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li stasyona navendî ya bajêr qediya.
Meşa li paytexta Norwêc Osloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li stasyona navendî ya bajêr qediya.
Meşa Dirêj ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Oslo û Komeleya Ciwanan UNGKURD ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat organîzekirin. Meşê duh saet di 10:00 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir.
Li refên herî pêş ên meşê pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' hat vekirin û çalakgeran posterên Ocalan û alên PKK'ê hildan. Gel li ber sirûd û stranan meşiya. Di meşê de komploya 15'ê Sibatê jî hat şermezarkirin.
Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Kujer Erdogan", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.
Girseya gel bi qasî 25 kîlometreyan meşiya û xwe gihand ber stasyona trenê ya navendî ya li Osloyê. Hevserokê Meclîsa Gelê li Osloyê Bakî Bûdak li vir axivî û çalakî piştre qediya.