CÎK’ê bi hêviya azadiya gelê Kurd Cejna Qurbanê pîroz kir

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir û got; “Cejn ji bo mirov di jiyana xwe de, ezmûnên ku ji bo azadiya manewî û maddî têdikoşe, bi ser dikeve û ji bo wî serkeftinê pîrozbahî pêk tîne.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

CÎK di peyama xwe de balê dikişîne ser girîngî û wateya cejnê û got; “Divê hemû misilmanên Kurd û oldarên Îslamê beriya her tiştî ji bo rakirina zilma li ser miletê Kurd tevbigerin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

“Cejn tên wateya kêfxweşî û aramiyê. Cejn ji bo mirov di jiyana xwe de, ezmûnên ku ji bo azadiya manewî û maddî têdikoşe, bi ser dikeve û ji bo wî serkeftinê pîrozbahî pêk tîne.

Cejna Qurbanê piştî ku mirov ji çiyayê Erefatê bi dilekî pak û paqij xwe bera newala Muzdelîfê û Mînayê dide destpê dike. Newala Mînayê, weke sembol cîhê ku Îblîs têde tê temsîlkirin. Îblîs temsîla zulmê, destdirêjiyê û durxistina mirovan ji heqîqetê dike. Wateya sekna çiyayê Erefê jî xwe naskirin û Xweda naskirin e. Ol ji bo naskirina xwe û Xwedê hatiye şandin û Pêxember ji bo wê hatine erkdarkirin. Piştî vê hişmendî û baweriyê mirov sîstema Xwedê nas dike ku ev sîstem li ser exlaq, edalet, azadî û wekheviyê hatiye damezrandin û piştî pêkanîna van îbadet û hişmendiyan mirov dibe Hecî!

Belê her du Cejnên Ola Îslamê jî, bi hişmendiyeke bilind û şiurekî pak tên pêkanîn. Cejna Qurbanê tê wateya xelasiya mirovan ji qurbanî bûnê û hevkariya mirovan ya bihevre. Îro desthilata ku bi navê Îslamê pêk hatiye, wek Nemrûd û Fîrewnan mirovan ji xwe re dike qurban. Mêjiyê mirovan tevlîhev dike û Olê jî ji xwe re bi şêwazeke xirab bikar tîne. Bi taybet dewleta Tirk û Îran her roj bi dehan zarokên me dikin qurbanê desthilatên xwe.

Gelê Kurd ji ber ku li maf û azadiya xwe digere, rastî zîndan, lêdan, çekên kîmyewî û hovîtiyê tê. Gelê Kurd ê serhildêr, di têkoşîna xwe de dixwaze xwe ji destên van sîstemên zalim azad bike. Ev têkoşîn li gorî Ola Îslamê ferze. Piştî ku ev ferziyet were bicîh anîn, azadî û aramiya me pêk bê, em dikarin bêjin emê cejna heqîqî pîroz bikin. Divê hemû Misilmanên Kurd û Oldarên Îslamê beriya her tiştî ji bo rakirina zilma li ser miletê Kurd tevbigerin. Lewre rakirina zilmê li ser miletê Kurd, wê bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya di nava miletên Rojhilata Navîn de. Divê em xwedî li xizan, hejar û bindestan derkevin. Divê em ji bo edalet, azadî, aştî û aramiyê kar bikin. Bi hêviya ku gelê me azad bibe û Cejna xwe li ser xaka pîroz Kurdistanê pîroz bike, di serî de Cejna gelê me yê bawermend û hemû Cîhana Îslamî Pîroz be.”