Bûyrûk a ku Cîgira Şaredarê Seyhanê bû ji wezîfeyê hat stendin

Fûnda Bûyrûk a ku Cîgira Şaredarê Seyhanê ye, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat stendin.

Fûnda Bûyrûk a ku Cîgira Şaredarê Seyhanê ye ku di operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibû destgîrkirin û ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ew ji wezîfeyê dûr xist.

Lijneya Kontrola Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî, ji bo ku şahid û kesên îfadeyên wan di bin zextê de neyên hiştin; pêşî li îmhakirin, reşkirin û guhertina delîlên sûc bê girtin û ji bo lêpirsîn bê kirin xwest Bûyrûk ji peywirê bê stendin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê jî Bûyrûk ji wezîfeyê stend.