Bûyerên xwekujiya di nava Êzidîyê li Iraqê de zêde dibin

Bûyerên xwekujiya di nava Êzidîyê li Iraqê de zêde dibin

Saziya bi navê Hamurabî ya ku li hemberî binpêkirinên mafê mirovan xebatê dimeşîne, di rapora aşkere kir de ragihand ku bûyerên xwekujiyê di nava Êzidiyê li Iraqê dijîn de zêde bûne.

Li gorî raporê, di sala 2011 de, 74 ciwanên Êzidî yên li Eyaleta Nînovayê dijîn dawî li jiyana xwe anîn.

Di raporê de, cûdakariya li hemberî Êzidiyan, hejarî û bêkarî weke sedem hatin destnîşankirin û hat diyarkirin ku di nava kêmarên din ên li herêmê de jî pirsgirêkên wiha hene.

Her wiha, hat diyarkirin ku di encama êrîşên cûdakarî yên li hemberî Êzdiyan de herî kêm 40 kes hatin kuştin. Di sala 2011 de jî ji bo fîdyeyê 17 Êzidî hatin revandin.

Tê diyarkirin ku li Iraqê nêzî 500 hezar Kurdên Êzidî dijîn. Ji ber koçberiya ber bi Ewropayê ve ev hejmar jî kêm dibe.