Prof. Buşra Ersanli ku ev 9 meh bû di çarçoveya doza KCK’ê de girtî bû,serbest hate berdan. Ersanli ji girtîgehê veqetiya.
Di danişîna ku duh pêk hat de biryara tehliyeya Prof Buşra Ersanli hate telhiyekirin û Ersanli ji girtîgeha Sîlîvriyê derket. Ersanli dema ji girtîgehê derket ji rojnamegeran re axivî.
Ersanli wiha got: “Ev 9 meh bû ez li benda vê dozê bû. Wekî hun jî dizanin îdianame pir dirêje. Ev îdianmeya ku em mantiqê wê fêm nakin û bi kînek mezin li dijî me hatiye amedekirin. Wek tê zanîn beşeke kesên di vê dozêde tên darizandin BDP’yî ne û ji ber k u min hevalên xwe li pişt xwe hişt ez xemgîn im. Bê guman em ji bo xwe kêfxweş bûn. Lê hevalên me li wir man.”
Ersanli li ser pirsa der barê parastina bi kurdî de jî wiha got: “Ez bi hêvime ku parastina bi zimanê dayikê û perwerdehiya zimanê dayikê dê di pêşerojê de li Tirkiyeyê pêk were. Ji ber ku ev hem di warê kesayetî de û hem jî di warê de kolektîf de riya ewlehiyê ye. Bi zimanê dayikê xwe îfadekirin, perwerde û hînkirina wî zimanî li Tirkiyeyê garantiya herî mezin a ewlehiyê ye.”