Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan diyar kir ku, gotinên serokwezîr yên derbarê azadiya çapemeniyê çavtirsandina çapemeniyê ye û têkildarê mijarê pirsname da serokwezîr. Bûldan her wiha derbarê mitînga 14'ê Tîrmehê ya li Amedê xwest meclîs lêkolînê bike.
Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan derbarê daxuyaniyên hikumeta AKP'ê û serokwezîr yên têkildarê azadiya çapemeniyê didin, ji bo serokwezîr bibersivîne pirsname da meclîsê. Bûldan di pirsnameya xwe de diyar kir ku, gotinên Serokwezîr Erdogan yên wekî "di têkoşîna li hemberî PKK'ê çapemenî piştgirî nade me" mudaxeleyê azadiya çapemeniyê ye û wiha got:
‘XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ HEDEF TÊN GIRTIN’
" Di welatekê ku bi sedan rojnameger di girtîgehê de ne, gotinên serokwezîr yên ku daxwaza gel li ber çav nagire û dide, çavtirsandina çapemeniyê ye. Ji bilî wê Wezîrê Navxweyî dibêje ' rojeva awarte ne tenê herêma pêvçûnê ye. Ev pêvçûn li Stenbolê bi pênûsê, pirtûkê didome. Di navbera topa hewanê ya li Rumtikê tê avêtin û nivîsên ku li vir tên nivîsandin tu ferq tune ye'. Bi vê daxuyaniyê xebatkarên çapemeniyê hedef digire."
Bûldan di pirsnameya xwe de van pirsan kir: " Serokwezîr bi daxuyaniyên ku di nava xebatkarên çapemeniyê bû sedema fikaran, gelo dixwaze çi rast bike? Serokwezîr ji bo rojnamegerên girtî serbest were berdan çi kiriye? Wezîrê Navxweyî kunciknivîsan derveyî zagonan îlan dike gelo? Hinceta vê îlanê çi ye? Gelo serokwezîr derbarê wezîr de dê difikire ku lêpirsînek veke?"
JI BO 14'Ê TÎRMEHÊ PÊŞNIYARNAMEYA LÊKOLÎNKIRINÊ!
Bûldan her wiha pêşniyarnameya lêkolînê jî da meclîsê û xwest ku bûyerên di 14'ê Tîrmehê li Amedê de derketin were lêkolînkirin. Bûldan anî ziman ku, beriya mitîng were lidarxistin rayedarên hikumetê îdîakirin ku agahiyên îstîhbaratê girtine û ji bo vê yekê mitîng hatibû qedexekirin û wiha got:
"Parlementerên me bi wezîr Beşîr Atalay re hevdîtin pêk anî. Bi walitî ji bo cihê mitîngê were guhertin, hevdîtin pêk hat. Lê ligel hemû hewldana tu encam nehate girtin. Polîsan parlementerên me û gelê me hedef girtin û êrîş pêk aniye. Ji ber bombeya gazê ya polîsan ku ji nêz ve avêt, li lingên min ket û di gûzeka lingê min ya çepê de şikestin pêk hat. Di korna ya çavê rast ya Ayla Akat de zerar çêbû. Her wiha ji ber gazê di laşê Akat de şewat pêk hat. Ji ber gazê di bronşên Mulkiye Bîrtane de odem derketiye holê. Ji ber şîdeta fizîkî di retîneya çavê çep ê Nazmî Gur birîn pêk hat. Her wiha di laşê Levent Tuzel û Ertûgrûl Kurkçu ji ber şîdeta polîsan, birîn pêk hatiye. Ji bilî wê li ser gelê ku xwestin beşdarî mitîngê bibin, tundiyek bêpîvan hatiye meşandin û jinek ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin."
Bûldan di pêşniyarnameya xwe de xwest sedem û berpirsyarên tundiya polîsan ya li hemberî parlementer û gel were lêkolînkirin.