Bulbul: Heke Cemxane ne îbadetxane bin, gelo çi ne?

Bulbul: Heke Cemxane ne îbadetxane bin, gelo çi ne?

Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul bertek nîşanî biryara 7'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a wekî "Cemxane ne îbadetxane ne" da û pirsî: "Heke cemxane ne îbadetxane bin, gelo çi ne?" Serokê Federasyona Bektaşî Elewî Selahattîn Ozer jî anî ziman ku, hurmeta AKP'ê li hemberî baweriyan tune ye.

Li ser nivîsa gilîkirina Miduriyeta Komaleyên Bajar ya Walitiya Enqereyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarî Komaleya Avkirina Cemxaneyan ya Çankayayê doza girtinê vekir. Dadgerê 16'emîn Aslîye Hiqûq ya Enqereyê Yaşar Eren biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û daneyên zanistî lêkolîn kir û rê neda guhertina xala rêznameyê ya "cemxane cihên îbadetê ne" û dozê red kir. Dema îtîrazê biryarê hate kirin, dosya hate rojeva Dadgeha Bilind. 7'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî di cih de nedît û bi hinceta ku ji bilî mizgeft û mescît tu cih nabe îbadetxane biryara dadgehê xirab kir. Saziyên elewiyan bertekên tund nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan.

‘GELO GER CEMXANE NE ÎBADETXANE BIN ÇINE?’

Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul da zanîn ku, biryara dadgehê bi konseptekî girêdayî ye û anî ziman ku, ev pêvajoya konseptê gav bi gav dimeşe. Bulbul bi bîr xist ku, malên elewiyan hatine nîşankirin, ceza dane hunermendên elewî û wiha got: "Her wiha daxuyaniyên serokê meclîsê yên wekî 'elewîtî ne baweriyekî ye', doza Komkujiya Madimakê ji ber dem boriye xwestin dozê betal bikin. Herî dawî jî biryara Dadgeha Bilind. Ev hemû hilberînên konseptê ne. Heke cemxane ne îbadetxane bin, gelo çi ne? Di pêvajoyekî ku makezagonekî nû tê nîqaşkirin, ev gotin û kirinan pirsa 'gelo Tirkiyeyekî pir nasnameyî û demokratîk an Tirkiyeyekî yek nasnameyî û faşîst' derdixîne holê. Li ser nasnameyên cuda zext hene û biryara Dadgeha Bilind tê wateya bersiva Tirkiyeyekî yek nasnameyî û faşîst."

LI HEMBERÎ FERASETA AKP REXNE

Serokê Giştî ya Federasyona Bektaşî Elewî Selahattîn Ozer diyar kir ku, kes nikare derbarî cemxane îbadetxane ne an na biryarê bide û da zanîn ku, di biryara Dadgeha Bilind de feraseta yekperestî heye. Ozer destnîşan kir ku di elewiyan de dergah heye û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn û wiha got: "AKP bi zanebûn dixwaze vê rastiyê şêlû bike. Li cem me dergah heye. Teke û zaviye tune ye. Gelek dozên ku me li DMME'yê qezenç kir heye. Li welatekî ku serokwezîr bêje 'demokrasî ji bo min amûrekî ye' ji bilî vê tu tişt nayê jiyandin. Hurmeta AKP'ê li hemberî baweriyan tune ye."