Boykota zarokên Kurd a dibistanên Swêdê di medyayê de cih girt

Zarokên Kurd ên li Swêdê dijîn, ji bo tecrîda li ser Ocalan û operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê şermezar bikin, dibistan boykot kirin. Vê çalakiya zarokan di medyaya welêt de cih girt.

Zarokên Kurd ên li Swêdê dijîn, ji bo tecrîda li ser Ocalan û operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê şermezar bikin, dibistan boykot kirin. Vê çalakiya zarokan di medyaya welêt de cih girt.

Li bajarê Gavle yê Swêdê, bi qasî 20 xwendekarên Kurd dibistan boykot kirin. Her du rojnameyên li vî bajarî tên weşandin, cihekî berfireh dan boykotê.

Rojnameyên Gefle Dagblad û Arbetar Bladet beriya boykotê bi rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û zarokên Kurd re li ser sedema boykotê hevpeyvînek kir.

Di nûçeyên her du rojnameyan de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Abdullah Kaya diyar kir, ku ew ji Yekîtiya Ewropa û welatên Ewropayê dixwazin, desteka leşkerî û aborî nedin Tirkiyeyê ku li hemberî Kurdan operasyonên qirkirinê dimeşîne.

Radyoya Dewletê ya Swêdê jî, ragihand ku 20 zarokên Kurd dibistan boykot kirine û li ser armanca çalakiya wan bi zarokan û rêveberên komeleyê re hevpeyvîn kir.

LI OREBRO ZAROKAN Û MALBATÊN WAN ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Li bajarê Orebro, zarokên ku dibistan boykot kirin tevî malbatên xwe li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn. Kurdistaniyan li ser armanca çalakiyê pankart vekirin û belavok belav kirin.