Bloka Aştiyê ji bo Farqînê name ji saziyên navneteweyî re şand
Bloka Aştiyê dorpêça ku ev 11 roj in li Farqînê didome şermezar kir. Blokê ji sazî û dezgehên navneteweyî re nameya "Dorpêça Farqînê rakin" şand.
Bloka Aştiyê dorpêça ku ev 11 roj in li Farqînê didome şermezar kir. Blokê ji sazî û dezgehên navneteweyî re nameya "Dorpêça Farqînê rakin" şand.
Bloka Aştiyê dorpêça ku ev 11 roj in li Farqînê didome şermezar kir. Blokê ji sazî û dezgehên navneteweyî re nameya "Dorpêça Farqînê rakin" şand. Di civînê de nivîskar Murathan Mungan ê ku axivî diyar kir ku gelê Farqînê ne tenê ye û ya ku di esasê xwe de tenê ye Tirkiyeyê.
Bloka Aştiyê bi dirûşma, "Farqîn ne tenê ye" li Salona Civînê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endazyarên Tirkiyeyê (TMMOB) civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkê HDK'ê Sabahat Tuncel, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, parlamenterên HDP û CHP'ê gelek hevparên sazî û dezgehan beşdarî civînê bûn. Civînê bi axaftina vekirinê ya Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy kir û nirxandina "Dewleta ku bi gelê xwe re şer dike ji bo li cihanê teşhîr bikin ev jî civînê li dar dixin" kir û anî ziman ku welatê ku dike Tirkiye, navçeya ku vê yekê dijî jî Farqîn e. Gursoy bilêv kir ku rewşeke ku li cihanê deng vede heye û heta niha çend kesan jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn bi gotina "Em bang li raya giştî dikin ku bila bikevin tevgerê" bangawazî kir.
Gursoy piştre jî nameya ku Bloka Aştiyê ji bo sazî û dezgehên navneteweyî re nivîsandine xwend. Di nameyê de ev tişt tên gotin:
DORPÊÇA FARQÎNÊ RAKIN!
"Hikûmeta Tirkiyeyê 2 salên ku di pevçûnan de mirovan jiyana xwe ji dest nedan terk kir. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li dijî 170 buroyên HDP'ê êrîş pêk hatin. Li Edene û Mêrsînê avahiyên HDP'ê hatin bombekirin. Di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ji ber bombeya ku hate teqandin 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn, pêvajoyeke hilbijartinê ya bi vî rengî hate jiyîn. Hilbijartinên ku di meclîsê de piraniya AKP'ê asteng kir piştre şîdet her çû zêde bû. Li Pirsûsê 33 ciwanên ku alîkarî dibirin Kobanê bi bombeyan hatin kuştin. Bi zêdebûna mirinan li herêmên kurdan hin rêveberiyên herêmî ji bo parastina gelê herêmê 7xweserî' îlan kirin. Hikûmeta Tirkiyeyê li herêmê bi êrîşan bersiv da van pêşketinan. 24 saetan qedexeya derketina derve hate îlankirin, leşker û tîmên taybet êrîşî van herêman kirin, sekvanan ve kesên ku derketin kolanan hatin gulebarankirin. Gelek sivîl, jin, ciwan, kal û pîr hatin kuştin.
ÊRÎŞÊN HERÎ DAWÎ LI FARQÎNÊ YE
Ji 2'yê Mijdarê heta niha li taxên Tekel, Mescît û Konak ên navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina derve ya 24 saetan pêk tê. Bi awayeke fîlî dagirkirina leşker û polîsan heye. Welatî ji bo xwarinê bibînni, birîndarên xwe bibin nexweşxaneyê an jî miriyên xwe bidin axê nikarin derkevin derve. Mirov li bodruman xwe vedişêrin. Wesayîtên dupişk malan gulebaran dikin, li dora taxan tank hatine bicihkirin bi topebaranê ve êrîşî taxan dikin. Helîkopter ji bo gulebarankirina herêmê tên bikaranîn. Jin, zarok, kal û pîr hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr got têkîldarî êrîşan bi rayedarekî Wezareta Karên Hundir ve hevdîtin pêk anînê û rayedar bersiva 'Em ê sê taxên li Farqînê ji nexşeriyê tune bikin' dane wan. Bêyî ku bibêjin sivîl her derê gulebaran dikin. Leşker, polîs an jî kesên ku li tu cihan qeydên wan tuneye û ez jî ji wan re dibêjim kesên ku neçira mirovan dikin, li hemû cihên ku jiyanê dibînin gulebaran dikin. li hemû cihên tu taxan dibînin tank hatine bicihkirin. Em jî nikarin bikevin wan taxan. Li gorî agahiyên ku me ji hundir girtiye, li bodrumê hin malan an jî embaran 10-15 kes bi hevre dimînin û xwe spartine wan deran. Kes nikare derkeve derve. Ji ber ku yên neçira mirovan dikin li ser banên xaniyan bi cih bûne. Li hundirê maleke siyek jî hebe, tiştekî zindî bibînin wî malî gulebaran dikin. Berê çend saet navbed didan. Sivîlan hinekî bêhna xwe vedidan lê niha hema ku 24 saetan operasyonê dikin.
Di 15 û 16'ê Mijdarê de hikûmeta Tirkiyeyê dê jibo civîna G20'a li Antalyayê malovaniyê bike. Ev hikûmet di heman demê de welatiyên xwe yên sivîl qetil dike. di kampanyaya hilbijartinan de jî ev êrîş hatin jiyîn û piştî hilbijartinê jî berdewam dike. Cihên ku tên hedef girtin, cihên ku zêde deng dane HDP'ê ne.
Civîna G20 ji bo hikûmeta Tirkiyeyê tê wateya prestîj ê û çi heyf e ku hikûmetên Ewropayê bi hêviya ku herikîna penaberan a ber bi Ewropayê bide rawestandin di mijara binpêkirinên mafên mirovan de hikûmetê rexne dikin. Li asta navneteweyî de piştevaniyeke lezgîn dikare vê yekê biguherîne. Ji bo xilaskirina jinanan divê qatlîamên hêzên ewlehiyê ya li dijî gel rawestandin, parlamenter û nûnerên mafên mirovan û delegasyonên aştiyê bikevin taxan û çavdêrên navneteweyî bikaribin bikevin taxan."
Piştî ku Gursoy name xwend got ku ligel hemû êrîşên dewleta Tirk hêvî tune nebûye û bang li HDP û CHP'ê kir ku ji bo çaraserkirina pirsgirêka Kurd a li ser esasê demokrasiyê xwest bên cem hev.
Nivîskar Murathan Mungan ê ku di civînê de axivî got ku Farqîn ne tenê ye û di esasê xwe ye ya tenê Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Farqîn ne tenê ye ji ber ku Tirkiye tenê ye. Ji bo Farqînê ji tenetiyê xilas bikin divê Tirkiye ji tenetiyê bê xilaskirin. Ev ji pirê derketina dawî ye. Em hişyar bûn . bûn heke nebin rojên pir dijwar li benda me ye. Divê qekitina qada aştiyê çêbibe. Divê hemû derûdorên demokratîk bên hişyarkirin û ji bo vê yekê jî zimaneke nû pêwîst e." Mungan bilêv kir ku ji bo Farqîn ji tenetiyê bê xilaskirin, Tirkiye ji tenetiyê bê xilaskirin û ev tişt anî ziman: "Divê em enternasyonalîst bin. Dema ku wekhev nekin nikarin bi hevre bin. Zêdekirina aqilan girîng e. Divê êdî em belgeyan daynin li pêşiyan ên ku serê xwe dizivirînin. Em tiştên li ber çavan nabînin. Em li ser heman axê dijîn lê nikarin bibin mirovên heman cihanê. Heke ji bo nifşên pêşerojê, pêşerojeke ronî tê xwestin hê gelek tiştên bên kirin hene."
Di civînê de parlamentera berê ya CHP'ê Melda Onur, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîolgu, Serokê Sîlvan-Derê Alî Îhsan Dînçer, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, ji Banga li ser Navê Cîhana Nû Abdullah Nergîz, parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Serokê duyemîn ê TTB'ê Prof. Dr. Raşît Tukel jî axivîn û bal kişandin li ser rewşa Farqînê.