Binpêkirinên mafan ya li girtîgeha Sîncanê sînor bezandiye
Binpêkirinên mafan ya li girtîgeha Sîncanê sînor bezandiye
Binpêkirinên mafan ya li girtîgeha Sîncanê sînor bezandiye
Li girtîgeha Zarokan a Sîncanê bipêkirina mafan mirovan dikeve nava xofê. Hate hînbûn ku li girtîgehê zarokên girtî dema ji odeyên xwe derdikevin tazî lêgerîn dikin û taciz dikin. Odeyên 24 saetan tên şopandin û gardiyan lê nobetê digire, de hewcedariya zarokan lavaboyê jî ji însafa wan gardiyan re maye.
Li girtîgehan ku bi sedan girtiyên nexweş û hezarna girtî hene bi binpêkirin mafan yên keyfî re rû bi rû ne. Zarokê girtî jî nisîbê xwe ji vê digirin. Li girtîgeha Zarokan a Sîncanê jiyan veguheriye zindaneke duyemîn.
Husnu Elçîk ji Nûnertiya TUHAD-FED a Enqereyê re nameyek şand û balkişand ser zext û binpêkirina mafan ya li girtîgehê. Di nameyê de hat diyar kirin ku dema zarokan dibin nexweşxanê û tînin bi zorê tazî dikin û wihagot: “Tazî lêgerînê dikin. Dema em ji odeyê dertên me lêgerîn dikin. Li me dixin. Kelepçê li destê me dixin û çop bikartînin. Nameyên me jî naşînin, li qelişînin. Ji bo hevdîtina telefonê em nekarin bi kurê apê, xalê xwe re hevdîtinê bikin. Dema em dertên telefonê tekmîlê dixwazin.”
Elçîk da zanîn ku wêneyan jî nadin wan û boyax û pênûsên ji xêzkirina wêneyan jî nadin wan. Elçîk got dixwazin temenê wî mezin bikin û ji vê her tim dibin Saziya Tipa Edlî.
Elçîk wiha pê de çû: “ Ez 16 salî me. Dixwazin temenê min mezin bikin. Dadgeh min wek 17 dibîne. Dema min dibin dadgeh û nexweşxaneyê min tazî dikin. Leşker dema dibin dadgehê muamaleya xerab dikin. Bi çopan li me dixistin. Dema em bi midûr re diaxivin, dibêjin emê li we bixin. Pergalek nû heye li koxuşa me. 4 kamera hene. 24 saetan gardiyan heye. Dema em diçin tuwaletê em desturê digirin. Gelek caran desturê nade.
Carna rojnameyê nadin zarokan û carna jî dereng didin. Her wiha desturê nadin ÎMC TV jî temaşe bikin.” Her wiha li gorî aghiyên TUHAD-FED’ê hevdîtinên parêzeran jî hatiye astengkirin.
REFLEKSEKE RAYAGIŞTÎ YA BI HÊZ ŞERT E
Parlamenter Ertugrul Kurkçu der barê barê zarokên girtî yên ji Pozantiyê anîn Sîncarê de xebat3e dimeşîne der barê mijarê de wih agot: “Me der barê Sîncanê de xebatek berfireh nekiriye. Em ji bo rewşa zarokan çibûn. Şertên girtîgehê li gorî ya Pozantiyê hinek din nerm e. Zarokên ji Pozantiyê hatibûn, me hîs kir ku hinek xwe baş hîs dikin. Piştre ev pêvajo pêl pêl ceryan kir. Zarokan bertekên xwe nîşan da. Girtîgehê hinek daxwaz pêk anîn. Grev bi daweî bû. Lê hê jî ev agahiyên bi vî rengî tên. Li girtîgehan hemû şer di halê xwe de hatine hiştin. Eleqeya rayagiştî kêm bûye. Ji ber havînê çûyîn û hatina malbatan kêm bûye. Ji însfa sazî û îdareya girtîgehan re maye. Ji cihên din jî bertek tên. Em dê şopdarê vê bin.
DIVÊ LI PARLAMENTOYÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN
Kurkçu da zanîn ew bi mijarê re eleqeder dibe lê tenê bi wekîlekî ev pirsgirêk nayê çareserkirin û got: “BDP di asta parlamentoyê de divê komîsyonek girtîgehê ava bike. di dema nû de divê em xebatên xwe yên li ser girtîgehan zêde bikn. Meseleya Sîncanê emê ji nêzve bişopînin.
ZAROKAN DI NÎSANÊ DEST BI GREVÊ KIRIBÛN
Li girtîgeha Sîncanê zarokê bi navê Husnu Elçîk û Ozan Bektaş ji ber binpêkirinên girtîgehê protesto bikin di navbera 19 Nîsan û 1’ê Gulanê ketibûn girevê. Di encama hewldana ÎHD û TUHAD-FED’ê de zarokan bi hevkariya parêzerên xwe grev bi dawî kiribûn.