Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket roja duwemîn. Parêzer Selçuk Kozagaçli diyar kir ku girtina hempîşeyên me me diêşîne û got; "Li vî welatî parêzeriya dozên siyasî yên herî xeter kirin. Di bin xetereyên mezin de ev kar kirin. Parêzeriya hikûmxwariyê xeter tê dîtin kirin. Nerevîn. Em hevalên xwe ji vir derxînin."
2'yemîn rûniştina doza 36 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 37 jê girtî bi tevahî 50 kesên ku di çarçvoeya operasyona di bin navê KCK'ê de tên darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir.
Li salona dadgehê bi hinceta ku cih nîn e dîsa alozî dest pê kir. Hêzên ewlehiyê bi hinceta ku cih nîn e rojnamevan jî negirtin hundir. Lê hin rojnamevan bi awayeke taybet xistin hundir. Rûniştin bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di rûniştina ku bi dehan kes li ser piyan dişopîne de Serokê Dadgehê Mehmet Ekîncî xwest rasterast derbasî parastinan bibe.
Parêzeran jî xwestin ku ew destpêkê daxwazên xwe bînin ziman. Li ser vê yekê dîsa li salonê alozî derket. Serokê Dadgehê diyar kir ku ew ê daxwaza parêzeran negirin û naveroka îdîanameyê xwendin. Dema ku îdîaname dihat xwendin balkêş bû ku serokê dadgehê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got; "serokê rêxistina terorîst." Parêzeran jî ji ber vê yekê nerazîbûn nîşan dan û gotin; "hûn nikarin ji bo hikûmxwariyekî bibêjin "serokê rêxistina terorîst." Li ser vê yekê dîsa xirecir derket û alozî rû da.
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli di rûniştinê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku hevpîşeyên wan bi awayeke der hiqûqî hatine girtin û anî ziman ku ji bo hempîşeyên wan girtî bimînin tu sedem tune ne. Kozagaçli got; "Dozên siyasî, darizandin, parçeyeke dîrokê ne. Şerm e, eybe. Dadgeh bi zagonên torbeyan tên tunekirin. Hevpîşeyên me dixwazin nirxandina dadgehê ya der heqê girtina wan de guhdar bikin. Tu bingehê qanûnî yê vê dadgehê nîn e. Di dema ku we hempîşeyên me girtin wê demê li pişt pişta we zemînê zagonê hebû. Lê dadgeha we êdî xwedî hêza darizandina 36 parêzeran a di warê siyasî, hiqûqî û pîşeyî nîn e. Lê mixabin em hê jî di bin şûrê vê dadgehê de ne."
Kozagaçli anî ziman ku li her deverên cîhanê sûcên siyasî wekî îstîsnayî tên qebûlkirin û da znaîn ku heke rejimekî tiştek wekî sûcê siyasî pênasî be rejimeke din wekî sûc nabîne. Kozagaçli wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Dema ku hûn ne wekî sûcê siyasî, wekî sûcê terorê bigirin dest wê demê hûnê mirinên sivîl jî wekî miriyên dijîn nîşan bidin. Hûn ji me re dibêjin ku ew mafê we nîn e hûn derkevin pêşberî dadgeha serbixwe. Ev darizandin darizandina dijî rêgeza wekheviyê ye. Tunebûnê hikûm dikin. Hevpîşeyên me di bin xetereyên mezin de karê xwe pêk anîn. Ketin nava xetereyên mezin lê nerevîn. Em hevalên xwe ji vê derê bigirin û derkevin.
Heta saet 14.00'an navber dan rûniştinê .