Bîlîcî: Dawî li tecrîda muxatabê pirsgirêkê bînin

Bîlîcî: Dawî li tecrîda muxatabê pirsgirêkê bînin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 178'an de berdewam kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku tenê rêya çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog û muzakere ne û wiha got: "Tenê muxatabê vê pirsgirêkê dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Lê muxatabê pirsgirêkê di bin tecrîdê de ye. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkê tecrîda li ser muxatab bi dawî bibe." Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî di çalakiyê de Serok û sazûmankarê Tum Bel Senê yê Îzmirê ku di 5'ê tîrmeha 1994'an de hatibû revandin û kuştin Îkram Mihyaz bibîr anîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 178'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. Di çalakiya rûniştinê de rêveberên ÎHD, MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, sendikayên girêdayî KESK'ê û gelek xizmên windayan amade bûn. Vê hefteyê ji ber perwerdehiya mafên mirovan a Şaxa ÎHD'ê hemû rêveberên şaxên ÎHD'ê yên herêmê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.

‘MUXATABÊ VÊ PIRSGIRÊKÊ KU DIKARE ÇARESER BIKE DI TECRÎ DÊ DE YE’

Malbatan dîsa wêneyên kesên di bûyerên kujer nediyar de hatin qetilkirin rakirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, bal kişand ser guhertina Dadgeha Bi Rayeya Taybet ya Cezayên Giran wiha got: "Li vî welatî berê Dadgehên Îstiklalê hebûn. Gelek nav hatin guhertin lê naverok nehat guhertin. Niha jî navê Dadgehên Bi Rayeya Taybet hatin guhertin. Hemû bi têkoşina gelê kurd hatin guhertin. Lê tê dîtin ku guhertina navan ne çareserî ye. Hemû yek bi yek têk diçin." Bilîcî, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Navê pirsgirêkê mijara Kurde. Pirsgirêk dê tenê bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Tenê muxatebê vê pirsgirêkê dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Lê muxatabê pirsgirêkê di bin tecrîdê de ye. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkê tecrîda li ser muxatab bi dawî bibe."

Bîlîcî, da zanin ku girtina kujeran tenê ne çareserî ye û xwest kesên li pişt perda bûyerê jî bên girtin û darizandin.

ÇÎROKA WINDA ABDULLATIF YAGIZAY HATE VEGOTIN'

Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD'ê Necibe Guneş Perînçek, jî çîroka Abdullatif Yagizay yê di sala 1995'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate binçavkirin û agahî jê nehat girtin hate vegotin. Perînçek, anî ziman ku Yagizay di serdegirtina malan ya polîsan de hate binçavkirin û wiha got: "Dema Erdihan Yagizay li ser tenûrê dan dipat zarokên wê hatin agahî dan. Zarokan got 'Polîs bavê me dibin' Hevjîn çû cihê bûyerê. Kesên sivîl yên bêtel û çekên lûledirêj ji hevjînê wê re gotin tu 'Ekrem Yagizhane. Hevjînê wê jî got na ez Abdullatif im. Polîsan pişt re ew birin û winda kirin."

Komê piştî daxuyaniyê çalakiya 5 deqîqeyan ya rûniştinê pêk anî.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê li ber Sumerbankê li hev kom bûn û çalakiya "Em windayên xwe dixwazin" pêk anî. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî di çalakiyê de Serok û sazûmankarê Tum Bel Senê yê Îzmirê ku di 5'ê tîrmeha 1994'an de hatibû revandin û kuştin Îkram Mihyaz bibîr anîn. Komê wêneyê Mihyaz rakirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê Nizamettin Aktaş, daxuyanî da. Aktaş bal kişand ser mirina Kasim Demîr û wiha got. Girtiyên nexweş heta mirinê jî nayên berdan. Gelek kes ji malên xwe kargeriyên xwe û dibistanên xwe hatin binçavkirin û windakirin. Hêj çavê malbatan li rêyên wan in. Lê dîsa pêkan e hesap bê pirsîn û winda bên dîtin. Em dê vê hefteyê çîroka Îkram Mihyaz vebêjin. Mihyaz kurdekî demokrat, kedkar û aştîxwaz bû. Kesên ji edaleta wî tirsiyan ew winda kirin.

Li vir jî pişti daxuyainyê endamên ÎHD'ê çalakiya 5 deqîqeyan pêk anî.