‘Bila tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe'

‘Bila tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe'

Serokê YAKAY-DER'ê Welat Demîr anî ziman ku, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin rêya aştiyê dixetimîne û xwest polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe.

Serokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda kirine (YAKAY-DER), bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bike li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û rêveberên YAKAY-DER'ê jî amade bûn. Serokê YAKAY-DER'ê Welat Demîr anî ziman ku, polîtîkayên îsolasyon û tecrîdê yên ku li Îmralî tên meşandin rê li pêşiya çareserî û aştiyê ya pirsgirêka Kurd digire û wiha got:

"Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin rêya aştiyê dixetimîne. Divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe. Li vî welatî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin li dijî hiqûqê ye. Divê ev hiqûq bi dawî bibe. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û girtiyên siyasî yên ji doza KCK'ê hatin girtin serbest bên berdan, Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Heta ku em aştî, demokrasî û azadiyê bînin Tirkiyeyê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."