Parêzerên doza ‘KCK’ê dan diyarkirin ku, 1 û 2’mîn madeyên demkî yên 3’mîn Paketa Darazê dijî ‘Rêgeza wekhevî ya Makezagûnê ye’ ji bo madeyên derbarê Dadgeha Makezagûnê de bêne betalkirin serî li heyeta dadgehê da.
205 bersûcên ku Prof.Dr. Buşra Ersanli û weşanvan Ragip Zarakolû jî di nav de ji doza ‘KCK’a Stenbolê têne darezandin, rûniştina 5’min îro destpêkir.
Rûniştina ku li salona 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Sîlîvriyê tê dîtin, ji bilî 6 bersûcên girtî hemû tevlîbûn. Di rûniştina 8 kesên bidaraza serbest têne darezandin, parêzer jî tevlî rûniştinê bûn.
Di rûniştinê de Parêzer Baran Dogan mafê axaftinê girt û got, madeyên 1 û 2’mîn yên demkî ku Zagonên hêjmar 6352 yên 3’mîn Paketa Darazê de dij madeyên 38 û 10 yên Makezagûnê ne.
Parêzer Dogan balkişand ser îfadeya ‘Bi riya çapemenî û weşanê an jî riya kanaat û nêrîna hewlbestvanî’ û got ku ne zelale û ji şîroveyê re vekiriye û wiha got: “Ev xal dê çawa bên şîrovekirin.? Hemû cezayên sînorê wan yên dawî 5 sale divê bigirin çarçoveya qanûnê.”
Parêzer Dogan da zanîn ku guhertina qanûnê ya mijara gotinê ye, ewlehiya dadger ya ku esaseke girîng ya darizandina adîlaneye ji holê radike û wiha got: “Akûbeta heyeta we dê çi bibe? Dadgeh ewlehiya we heye? Bersivin van pirsan nîne?
Dogan ev sererastkirin li dijî ‘wekheviyeyê’ wiha pê deçû: “Hêmana herî girîng ya dewlta unîter ya her tim em dibihîzin hiqûqe. Ger ku hiqûqê wekhev pêkneynin, hun dewletê parçe dikin.”
Dogan xwest ku xalên yekemîn û duyemîn yên derbasdar yên hejmar 6352 ji aliyê heyeta dadgehê bînin dadgeha Makeqanûnê.
Avukat Doðan, 6352 sayılı yasanın geçici 1. ve 2. maddelerinin mahkeme heyeti tarafından Anayasa Mahkemesi'ne getirilmesini talep etti.
Parêzeran xwest muwekîlên wan Yîlez sewqî nexweşxaneyê, Zekî Aykin jî sewqî Saziya Tiba Edlî bikin û tehliye bikin.
Serokê Dadgehê Alî Alçik got, ew dê daxwazan 13’ê Tîrmehê roja Înê girêdayî biryarê bikin.
Rûniştin bi xwendina îdîanameyê ku ji aliyê spîkerên TRT’ê ve li cihê mayî berdewam dike.