Tecrida ku saleke bê navber li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li tax kolan û kuçeyan bi girseyî û meşaleyan hate şermezarkirin. Li navçeyên Bismil û Silopiyê bi meşên meşaleyî û li Cizîrê jî bi girtina rê ya li trafîkê tecrîd hate şermezarkirin. Li Mêrsîn û Tarsusê jî bi girseyî tecrîd hate şermezarkirin.
BISMIL
Endam û aktîvistên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên Bismilê, bi boneya tecrîda saleke bê navber li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin meşek bi meşaleyî pêk anîn. Meşa ku li ber avahiya BDP'ê ya Bismilê dest pê kir, heta Qada Newrozê berdewam kir. Di meşê de Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, Hevserokên BDP'ê yên Bismilê Nizamettin Azad û Yasemin Şehmusoglu, rêveberên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê û aktîvîstêin DOKH jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Girsê di meşê de pankarta "Bila Girtîgeha Îmraliyê bê girtin" vekir û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin" û "Deşta Bismilê hêlîna Apoyiyane" û "Kîne em Apoyî ne em" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê girsê aktîvîsta DOKH'ê Songul Kaptan daxuyanî da û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 salin bi tena serê xwe di odeyekê de ji hemû mafê xwe dûrin. Televîzyonek jî jêre zêde tê dîtin. Di hucreya 10 metrereyan de dijî. Îmralî êdî bûye saziya îşkenceye. Divê êdî Birêz Abdullah Ocalan azad bibe."
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê ciwanan meşa bi maşaleyî pêk anîn. Ciwanên ku serê xwe rûpoş kirin posterên Ocalan bilind kirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ciwanan li ser kolana Hezexê meş pêk anîn û pişt re 8 akrep û 3 TOMA'an mudaxeleyî komê kir. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûn derket.
Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Ciwanan nêzî 100 bombeyên deng bikar anîn û kolana Hezexê vegeriya qada şer. Şer û pevçûnê heta nîvê şevê berdewam kir. Di bûyerê de 2 zarok hatin binçavkirin. Zarokên bi lêdanê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê.
SILOPÎ
Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî komek ciwan li taxa Nuhê kom bûn û tecrîd şermezar kirin. Koma ku li taxa Nûhê kom bûn heta taxa Cudiyê meşa meşaleyî pêk anîn Komê di meşê de pankarta "Azadiya Serok Apo azadiya me ye" vekir û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ocalan" berz kirin. Ciwanan demekê rêya Cûdî li trafîkê girtin û pişt re dawî li çalakiyê anîn.
ÊLIH
Li taxa Yavuz Selimê ya Êlihê jî bi heman armancê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de Parlementera BDP'ê û endama Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat, Hevserokên BDP'a Êlihê Ayşe Agilgat, Wekîlê Şaredar Serhat Temel, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Salih Aktan, endam û rêveberên BDPê, nûnerên MEYA-DER'ê jî di navde bi hezara kes amade bûn.
Bi hezaran gelê Êlihê piştî xwarina fitaran li Komaleya Hemwelatiyên Azad ya li taxa Yavuz Selimê kom bûn û pankratên "Bêyî Ocalan çareserî qet nabe" û "Bêyî Serokatî jiyan qet nabe" vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire", "Ji Ocalan re azadî ji tecrîdê re bese" "HPG", "Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û aştiyê ye", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê bi dirûşmeyan meş pêk anî û piştî demekê rastî mudaxaleya polisan a ava şit hatin. Piştî mudaxaleyî aloziyê demekê berdewam kir û li nava kolanan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Li taxa Guneşê ya navçeya Akdeniza Mêrsînê jî bi heman armancê tecrîd bi meşekê hate şermezaririn. Di pêşengiya DOKH'ê de girseya li ber Mizgefta Halîl Îbrahim kom bûn, pankarta "Azadiya Serokati azadiya me ye" vekir û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Destê dirêjî Apo dibin bila bişkên" û "Silav ji Îmralî re hezar slav" berz kirin. Girse ji taxa Guneşê heta avahiya BDP'ê ya Şevket Sumerê meşiyan û tecrîd şermezer kir. Polîsên Qereqola Sîtelerê li taxa Şevket Sumerê bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û komê jî bi keviran bersîve da polîsan. Bûyer piştî demekê bi dawî bû.
LI TARSÛSÊ JÎ TECRÎD HATE ŞERMEZARKIRIN
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê li taxa Şahînê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê polîsan tax dorpêç kir. Welatiyên li taxa Şahînê kom bûn dirûymeyên ji bo Ocalan berz kirin. Serokê BDP'a Tarsûsê Ahmet Kizmaz, anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e û xwest tecrid bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.
Di heman saetan de li taxa Tozkoparan û Barbarosê yên Tarsûsê jî meş hatin lidarxistin. Li hin cihan di navbera polîs û welatiyan de pevçûn derket.