‘Bibe bibe komîteya Serokatiyê di nezaretxaneyê de hatiye sazkirin’

‘Bibe bibe komîteya Serokatiyê di nezaretxaneyê de hatiye sazkirin’

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rûniştinê de parastina xwe didin. Parêzer Dogan Erbaş redkirina parastina kurdî şermezar kir û parastin nekir. Parêzer Davut Uzunkopru jî diyar kir ku, bi parêzeran re wan di rê de hev dîtin û got; "Ev dibe girêdaneke çawa ya rêxistinê? Bibe bibe komîteya Serokatiyê di nezaretxaneyan de hatiye sazkirin." Parêzer Cemo Tuysuz jî anî ziman ku hevdîtin bi awayeke hiqûqî pêk hatine û wiha axivî: "Heke ew derfetên min çêbibin ez ê dîsa biçim û dîsa hevdîtinan pêk bînim."

Rûniştina doza 36 jê parêzer, 1 jê rojnamevan 37 jê girtî bi tevahî 50 kesên tên darizandin di roja 3'emîn de dewam dike. Beriya rûniştinê polîsan li dora edliyeyê tedbîrên berfireh girtin. Gelek polîs û hêzên ewlehiyê anîn salonê û ji wana 3 bariyer hatin sazkirin. Di vê navberê de parêzer, rojnamevan û gelek şopdarên dozê jî hewl didin ku bikevin salonê. Di rûniştina ku destûr nedan rojnamevan bikevin rûniştinê de di navbera rojnamevan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Di roja 3'emîn ya rûniştinê de ji ber eleqe her ku diçe zêde dibe tê payîn ku îro mijara tehliyeyan jî bê nixandin. Parêzeran diyar kirin ku, bi şiklî heke çend parêzeran serbest berdin dê qebûl nekin û xwestin hemû hevpîşeyên wan bên berdan.

'KOMÎTEYA SEROKATIYÊ BIBE BIBE DI NEZARETXANEYAN DE HATIYE AVAKIRIN'

Parêzerên girtî û negirtî, parêzerên wan û şopdarên dozê tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştina ku duh parastina parêzaran hat girtin îro jî bi parastina wan destpê kir. Destpêkê parêzer Davut Uzunkopru mafê axaftinê girt û diyar kir ku, ne pêkane ku ew xebatên rêxistinê bimeşînin. Uzunkopru got; "Ji ber ku dema em çûn hevdîtinê jî me di rê de hev didîtin. Me beriya wê hev nasnedikirin. Gelo di rewşeke wisa de girêdaneke çawa ya rêxistinî çêdibe min fêm nekir. Min gelek parêzer piştî em hatin binçavkirin nas kirin. Wê demê bibe bibe komîteya Serokatiyê di nezaretxaneyan de hatiye avakirin.

'BI QEYDÊN DIJZAGONÎ DOZÊ LI PARÊZERAN VEDIKIN'

Uzunkopru, diyar kir ku di îdîanameyê de tu delîlên şênberên ên kengî ferman girtin tunene û divê dozger vê yekê bê guman hemûyan danê holê. Uzunkopru anî ziman ku, 13 salan di bin kontrola dewletê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tên û wiha got: "Her tim hevdîtinin li dijî hiqûqê tên qeydkirin. Li gorî van qeydên dijzagonî dozê li parêzeran vedikin. Berê tenê min hevdîtinek pêk anî doz der heqê min de hate vekirin. Dema ku doz berdewam dikir der heqê min de ji ber heman hevdîtinê ez hatim binçavkirin û girtin. Ji ber çalakiyekê min ducaran heman sûc kir, yanî tê wê wateyê. Rewşekî wisa awarte diafirînîn. Qeydên dijzagonî di destê dozgeriyê de hene. Di çarçovaya îdîayên berî lêpirsîna Komîteya Serokatiyê de pêk hatin ez hezaran caran jî çû bam ez dê disa li vir bam. Ji ber qeyda hevdîtina muwekîl û parêzer Dadageha Bilînd a Îspanyayê qedexe hate û dozger jî ji piştre hate girtin. Em jî ji ber vê yek tên girtin. Di ramanê polîs de peyveke îlegal heye. Di vê darizandinê de çi pêk bê bila pêk bê biryara hilbêjira parêzer û muwekîl dê bibe. Bila biryara tehliye û berata min bê dayîn."

'EZ JÎ WEKE HAVALÊN XWE DIXWAZIM KURDÎ BIAXIVIM'

Pişt re parêzerê girtî Dogan Erbaş hate ser kursiyê û kurdî axivî. Erbaş, ji ber destûra parastina kurdî naheta dayîn diyar kir ku ew parastinê nake û biryara dadgehê şermezar kir. Erbaş, hevalên xwe yên duh parastina wan ya kurdî hate astengkirin bibîrxist û wiha got: "Ez jî dixwazim weke hevalên xwe bi kurdî biaxivim. Lê we qedexe kir. Ez vê biryarê şermezar dikim û parastinê nakim." Dadger jî got, "Min fêmkir ewil hun tirkî axivîn pişt re hûn dixwazin bi kurdî parastinê bikin." Erbaş jî bi "kurdî" bersiv da û derbazî cihê xwe bû.

'DERFETÊN MIN HEBIN EZ ÇAREKE DIN BIÇIM Û TEVLÎ HEVDÎTINA BIBIM'

Prz. Cemo Tuysuz jî diyar kir ku ew bi dilê xwe çû hevdîtinan û wiha got: "Min li dijî hiqûqê tu hevdîtin nekirin. Hemû hevdîtinên me hatin qeydkirin. Piştî hevdîtinê tu agahî ragihandin tuneye. Tu kes bi girêdana rêxistinê hevdîtin nekirin û mijareke wisa jî tuneye. Têkiliya hemû parêzerên çûn hevdîtinê bi cîhana derve re hate qutkirin û têkiliya muwekîlê me bi derve re hatiye qutkirin. Heke derfet hebin ez dê çareke din biçim hevdîtinê û tevlî hevdîtinan bibim. Li ir bi lîstikên peyvan hinek sûcdarî pêk anîne." Tuysuz anî ziman ku, li gorî nûçeyeke di 1'ê cotmeha 2010'an de di rojnameyekê de derket têkoliya wî bi rêxistinê re girêdidin û axaftina wî ya di panelekê de kir weke delîl nîşan didin. Tuysuz da zanîn ku, dema ew çû buroya xwe polîsan ji wî re got wan bombeyên destan û gule peyda kirin lê têkildarî wan de tu delîl di dosyayê de tunene.

Rûniştin bi parastina parêzeran berdewam dike.