Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
Di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê de, gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.
Di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê de, gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdîayên “bertîl” û “di îhaleyê de hîle hatiye kirin” bi rê ve dibe bi ser Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’î de hate girtin. Di heman demê de bi ser gelek malan de jî hate girtin. Di encama van serdegirtinan gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin, lêgerîna li avahiya xizmetê didome.