Bi hezaran kesan serdana gorên gêrîlayan kirin

Bi hezaran kesan serdana gorên gêrîlayan kirin

Li Colemêrg, Wan, Agir, Gever, Manîsa, Bazîd û Elbakê bi hezaran welatî biboneya Cejna Remezanê gorên gêrîlayên HPG'ê ziyaret kirin.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Şaxa MEYA-DER'ê û Rêxistina BDP'ê ya Geverê biboneya Cejna Remezanê goristan ziyaret kirin. Girseyê Goristana Şehîdlika Bajêrgeh ziyaret kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rûstem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Dayîkên Aştiyê, Komeleya Çand û Hunerê, xizmên gêrîlayên HPG'ê û bi hezaran welatî tevlî ziyarete goran bûn. Girseyê gorên gêrîlayên HPG'ê bi gulan xemilandin û dayîk li ser goran demên hîstiyar jiyîn.

Piştî xwendina duayan rêzgirtin pêk hat. Xebatkarê MEYA-DER'ê yê Geverê Sadullah Duzen piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: "Êşa herî mezin ya ewladî ye. Agirê dikeve dilê dayîk û bavan kezaba wan perçe dike. Ji bo ev êş bi dawî bibin em bang dikin û şer rewaste û xwîn bê rawestandin. Ewladên gelekî yên ciwan jiyana xwe ji dest didin." Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr jî diyar kir ku, divê ala kesên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan nekeve erdê û wiha got: "Şehîd rûmeta gelekî ne. Herî zêde Kurd vê rûmetê dijîn. Şehîd mizgîniya azadiya gelin. Ji berê vê yekê divê hêj bêtir li dora şehîdan çember bê xurtkirin."

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê gora gêrîlayên HPG'ê ziyaret kir. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek welatî tevlî ziyareta goran bûn. Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt cejna gel pîroz kir û wiha got: "Ligel her roj li herêmê agahiya mirinekê ji me re tê dîsa jî cejna we hemûyan pîroz be. Kesên di rê de jiyana xwe ji dest dan ji bo şeref û namusa kurdan bedel dan." Piştî axaftinê dua hatin kirin û BDP'î pişt re ber bi Roboskiyê ve bi rê ketin.

WAN

Li bajaroka Sixkê ya Wanê jî bi heman armancê bi tevlîbûna Şaredara Sixkê Nezahata Erguneş, rêveberên BDP'ê yê bajarokê û gelek welatiyan gorên gêrîlayên HPG'ê hatin ziyaretkirin. Girseyê ewil li taxa Gundogdu gor ziyaret kirin û dua xwendin. Pişt re li taxa Yalim Erez goristan hate ziyaretkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sixkê Riza Sucaî diyar kir ku ew dixwazin şer bi dawî bibe û di nava aştiyê de bijîn û wiha got: "Li Tirkiyeyek azad û Kurdistaneke xweser bi hemû kesî re di nava aştiyê de bijîn. Em li hemberî kesên ji bo bê têkoşînê jiyana xwe ji dest dan bejna xwe ditewînin. Riya wan riya me ye." Piştî xwendina duayan konê sersaxiyê yê ji bo gêrîlaya HPG'ê Aysel Bartu (Aysel Dijwar) a ku di 15'ê sibatê de li Bestayê jiyana xwe ji dest da ya li taxa Şafakê ziyaret kirin.

MANÎSA

Rêxistina BDP'ê ya Turgutluyê ji bi heman armancê malbatên Fahrettîn Gulmez û Hasan Yakut ziyaret kirin û bi malbatan re gorên wan ziyaret kirin. Rêveberên BDP'ê û gelek welatî jî tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê dua hatin xwendin û gor bi gulan hatin xemilandin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Turgutluyê Şukru Gulmez diyar kir ku ew li têkoşerên gelê Kurd bejna xwe ditewînin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî gorên gêrîlayên HPG'ê hatin ziyaretkirin. Rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet5 Burun, nûnerên MEYA-DER'ê û gelek kesên din tevlî ziyareta goran bûn. Piştî duayan bi malbatên gêrîlayan re cejn hate pîrozkirin. Rêxistina BDP'ê di roja duyemîn de di demjimêrên 09.00-12.00'an de li avahiya partiyê û Şaredariya Wêranşarê jî saet di 13.00'yan de li Navenda Çand û Hunerê ya Medê dê bi gel re cejnê pîroz bikin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî Rêxistina BDP'ê û Nûnertiya MEYA-DER'ê bi minasebeta cejnê gorên gêrîlayên HPG'ê ziyaret kirin. Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê Îbrahîm Kaya, Nûnerên TUHAYD-DER'ê Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û gelek kesên din tevlî ziyareta goran bûn. Li ser goran dua hatin xwendin û rêzgirtin pêk hat. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz li goristanê axivî û diyar kir ku bi salen ji ber şer ciwan jiyana xwe ji dest didin.

ELBAK

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi heman armancê saziyan gorên gêrîlayên HPG'ê ziyaret kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê Selahattîn Bozkurt, Şaredarê Elbakê Hecer Sarîhan, Serokê KURDÎ-DER'ê Ridvan Oktay û gelek kesên din tevlî ziyaretê bûn.