Bi hezaran kes tevlî merasîma ji bo Sosyalîst Şîlan bûn

Muzeyyen Palabiyik a ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve ji bo wê merasîm hate lidarxistin.

Muzeyyen Palabiyik (Şîlan Firat) a ku beşeke zêde ya temenê xwe di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re borandibû, di 26’ê Nîsanê de li bajarê Lunenê ya Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Îro li bajarê Hattîngenê ji bo Palabiyik merasîm hate lidarxistin. Malbata Palabiyik, nûnerên saziyên Kurdan û rêhevalên wên yên têkoşînê jî tê de bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

‘SERHILDAN Û AZADÎ TEMSÎL DIKIR’

Li ser navê Tevgera Jinan a Ewrûpayê Songul Omurcan di merasîmê de axaftin hate kirin. Omurcan got ku; “Ji bo dahatûyeke azad û jiyaneke bi rûmet, her roj ciwanên me xwe feda dikin. Em 40 sal in têdikoşin. Nefereke vê têkoşînê jî rêheval Şîlan bû. Ji ber ku ew lêgerîna serhildan, raperîn û heq bû. Ew azadî bi xwe bû. Ji ber wê jî ew ê di dilê me hemûyan de bijî.”

KJK’Ê PEYAM ŞAND

Koordînasyona KJK’ê peyameke nivîskî weşand û got: “Rêhevala Şîlan Firat weke têkoşereke paradîgmaya Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê ya Jina kurd, di her qada jiyanê de li hemberî faşîzmê li ber xwe da û niha ji ber  windakirina wê em gelek xemgîn in.

Rêhevala Şîlan, ji bo têkbirina hişmendiya Tirkiyeyê ya faşîst a tunekirin, tunehesibandin û komkujer a li ser gelê Kurd û li ser jinan pêk dianî, bû xwedî têkoşîneke bêhempa. Weke nefereke paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê sazûmankareke sosyalîzma demokratîk a ji bo tevahiya gel û jinan bû. Yek ji mînakên herî bedew a xwedî wê baweriyê bû, ji bo ku sazûmanî jîndar bibe divê kes ji nû ve di warê hest, raman de xwe biafirîne. Li hemberî pergala ezezêtiyê, felsefeya Rêber Apo ya komunal esas digirt  û lêgerîna xwe ya heqîqetê bilind dikir.Em rêhevala Şîlan a tevlî karwanê şehîdan bûyî, bi minet bi bîr tînin, ji rêhevalên wê re, ji gelê Kurd û malbata wê re sersaxiyê dixwazin”

Merasîm bi sînevîzyona li ser jiyana Palabiyik bi dawî bû.

Ew ê cenazeyê Muzeyyen Palabiyik roja Duşemê li Îzmîrê were veşartin.