Bi hezaran girtiyan xwestin sewqî Îmraliyê werin kirin
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya da xuyakirin, ku di çarçoveya çalakiyên xwe de, ew ê mehên Nîsan û Gulanê dernekevin hevdîtinên vekirî û girtî.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya da xuyakirin, ku di çarçoveya çalakiyên xwe de, ew ê mehên Nîsan û Gulanê dernekevin hevdîtinên vekirî û girtî.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, muzakere bên destpêkirin, dorpêça li ser Kurdistanê bi dawî bibe û rêveberiya xweseriya demokratik bê naskirin, bê dem û dorveger dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyên PKK û PAJK'î bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Li ser navê girtiyan Denîz Kaya diyar kir ku ji bo daxwaza sewqkirina wan a Îmraliyê pêk bê di mehên Nîsan û Gulanê de dernakevin hevdîtinên girtî û vekirî. Denîz Kaya da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di 30'ê Îlona 2014'an de biryara tecrîdê girt û di 5'ê Nîsanê de xist meriyetê û wiha got: "Ev polîtîkayên AKP'ê roj bi roj firehtir û mezintir dibin. Hemû mafên kes, civak û gelan ên xwerêveberiyê ji destê wan digirin. Mirov di jêrzemînê de zindî hatin şewitandin. Bedenên cenazeyên jinan hatin tazîkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. Zarok, jinên ducanî hatin qetilkirin. TC hiqûqa şer a navneteweyî binpê kir û hovîtî pêk anî. Ji 5'ê Nîsanê heta niha em ti agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtin pêk bînin. Polîtîkayên operasyonên komkujiya fîzîkî û siyasî li ser gelê kurd berdewam dikin. Ti armanca AKP'ê ya çareserî û aştiyê tine ye. Ji ber vê yekê 2 hevalên me yên li cem Serokatiya me jî sirgûn kirine. Dixwazin Rêberê me teslîm bigirin. "
'BÊDENGÎ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
Kaya da xuyakirin, ku gelê Kurd bi sedsalan e bê nasname û bê statu dijî û êdî vê neheqî, rewşa neqanûnî û vê zordestiyê qebûl nake. Kaya da zanîn ku çarçoveya komkujiya li Kurdistanê her diçe mezintir dibe û nexşeyên Kurdistanê yên siyasî, fîzîkî, dîrokî, erdnîgarî û çandî tên tinekirin. Kaya bilêv kir ku dewleta TC a faşîst di şer de israr dike û nêzî çareseriyê nabe û wiha berdewam kir: "Li hemberî van zextên AKP'ê tenê bi berxwedanê mirov dikare bê der. Tenê bi berxwedana xwerêveberiyê û xwedî derketina pergala xweseriya demokratîk mirov dikare bê serî. Gelê Kurd bi salan e bi berxwedanê bedelan dide. Niha jî li pişt bend û xendekan mafên xwe diparêze. Di vê xweberxwedanê de jin û ciwan pêşengiyê dikin. Di 12'ê Adara 2016'an de Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (TŞGY) mînaka têkoşîna gelan a hevpar e. Polîtîkayên komkujiya tevahî ya li hemberî gelê me plana stratejîk a tinekirina vîna gelan e. Niha bi van komkujiyên li Kurdistanê pêk tîne nîşan dide û feraseta wê ya înkar û îmhayê nehatiye guhertin. Li dijî vê planê berxwedana hevpar pêwîste. Banga me ji gelê me û gelê Tirkiyeyê li dijî vê polîtîkayê bêdeng nemînin. Li mala xwe li ser axa xwe û li hemû qadan berxwedanê bilind bikin.
'EM DIXWAZIN ME SEWQÎ ÎMRALIYÊ BIKIN'
Kaya herî dawî got, "Weke girtiyên PKK û PAJK’î ji bo daxwaza wan a sewqkirina Îmraliyê pêk bê û daxwaza wan rakirina tecrîd û azadiya Ocalan pêk bê ji 5'e Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Li ser bingeha çalakiyan, em di meha Nîsan û Gulanê de dernakevin hevdîtina vekirî û girtî. Em dixwazin me sewqî Îmraliyê bikin."